Li Kerkûkê êrîş birin ser bîrên petrolê

Li Kerkûkê êrîş çû ser du bîrên petrolê, polîsek mir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê çeteyên DAÎŞ'ê bîrên petrolê yên bi nimroyên 177 û 183 kanên petrolê yên Hesen Beg teqandin. Hate diyarkirin polîsek miriye û du jê birîndar in.

Yek ji rayedarê wezaretê diyar kir 'di demeke pir kurt de' şewata bîrekê hatiye kontrolkirin, ya dî jî hatiye tefandin.

Iraq ku di Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) de, di hilberandina petrolê de di rêza duyan de hema hema hemû dahata wê ji petrolê ye. Nîsanê li gorî wezaretê 88,9 milyon warîl petrol hate îxrackirin.