Li Kendavê rageşî zêde dibe
Piştî ku DYE'yê hebûna xwe ya leşkerî li Siûdî zêde kir Îranê got ew ê nehêlin ku ti welat sînorên welatê wan binpê bikin.
Piştî ku DYE'yê hebûna xwe ya leşkerî li Siûdî zêde kir Îranê got ew ê nehêlin ku ti welat sînorên welatê wan binpê bikin.
Piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê ya Aramco ya Siûdî DYE'yê ragihand ku ew ê leşkeran bişînin Siûdî û li ser vê rageşiya li Kendavê zêdetir bû.
Serokkomarê Îranê Hesan Rûhanî di merasîmekê ya li Tehranê axivî û got, ''Ew ê destûrê nedin ku ti welat sînorên wan binpê bikin.''
Rûhanî got hêzên biyanî li Kendavê bin ev ê ji bo heremê, ji bo sinayiya petrolê û barguhêziya deryayî ya navnetewî taloke be.