Li Kendavê rageşî: Wezîrê Ingilîz li Tehranê ye!

Li ser zêdebûna rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de wezîrê ji Rojhilata Navîn berpirs ê Qeraniya Yekbûyî Andrew Murrîson hate Tehranê û bi rayedarên Îranî re rûnişt.

Wezîrê Ingilîz Murrîson ku serdana Tehranê kirî, bi Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Navnetewî yê Wezarea Karê Derve yê Îranê, Kemal Harrazî re rûnişt.

Hikûmeta Ingilîz Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû Murrîson ji bo kêmkirina rageşiya di navbeyna Tehran û Washîngtonê de wê bişînin Tehranê.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Ingilîz, Murrîson û Alîkarê Wezîrê Karê Derve Abbas Aragçî jî wê li hev rûnin û wê rista Îranê ya li herêmê gotûbêj bikin û her wiha gefa rawestandina peymana nukleer. Ingiltere dibêje ew bi temamî pêgriê peymana nukleer e.