Li Katalonyayê pevçûna giran, 50 kes hatin destgîrkriin

Di xwepêşandanan de ya li dijî mehkûmkirina rêveberên Katalan a ji hêla Spanyayê ve, ji 50'î zêdetir kes hatin destgîrkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Karê Navxweyî 29 jê li herêma Barselonayê li gelek herêmên Katalonyayê di çalakiyên protestoyî de 51 kes hatin destgîrkirin. Her wiha hate gotin dema pevçûnan 72 polîsên xwecih û netewî birîndar bûn. Nehate gotin bê ka ji çalakgeran birîndar hene yan na.

Dadgeha Payebilind a Spanyayê li ser 9 rêveberên serxwebûnxwaz ji 9 salan heta bi 13 salan ceza da. Bi giştî 12 rêveber dihatin darizandin. 3 rêveberên din bi cezayê 60 hezar euro hatin cezarkirin.

Çalakî piştî van biryaran dest pê kirin. Komeleyên serxwebûnxwaz li bang kiribûn ku li ber avahiyên hikûmetê çalakiyan bikin.

Li paytexta herêma xweser Barselonyê 40 hezar kes derkete kolnana, barîkat hatin danîn, konteynirên çopê hatin şewitandin, li kuçeyan pevçûn derketin. Li gorî rayedaran xeta trêna bilez a di navbeyna Barselona û Fransayê de jî ji ber çalakiya sabotajê sekinî.