Li Katalonyayê grev: Rê hemû hatin girtin

Ji bo şermezarkirina doza ku li rêveberên Katalan ên serxwebûnparêz hatiye vekirin, xelkê Katalan danê sibehê daketin qadan û rê girtin.

Li gorî serwîsên trafîkê yên herêmê, di serî de rêya mezin a di navbera Fransa û Spanyayê, rêya navbera Barcelona û Madrîdê de, nêzî 20 rê li trafîkê hatine girtin. Li ser banga sendîkaya serxwebûnparêz CSJ'ê rêyên trenê jî hatin blokekirin. Gelek partiyên siyasî, sendîka û komeleyan jî piştgirî dan çalakiyê. 

Patronan îdîa kirin ku grev 'siyasî' ye û nerazîbûn nîşan dan. Li Spanyayê grevên siyasî qedexe ne.

Hikumeta Katalan, bi awayekî fermî banga grevê nekiribe jî xebatên xwe yên vê Pêncşemê pêk bihatana, betal kirin. Li gelemperiya herêmê li gelek sektoran grev heye.

Doza 12 rêveberên serxwebûnparêz ji 12’ê Sibatê ve li Dadgeha Bilind a Madrîdê didome. Rêveberên Katalan, Cotmeha 2017’an bi hinceta ku serxwebûna xwe ragihandine, bi 'serî rakirinê, rabûna li ber qanûnan, bikaranîna fonên cemaweriyê ji bo armancên xerab' tên sûcdarkirin û darizandin. Dozger dixwaze rêveberên Katalan heta 25 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.