Li Kanadayê kirîna xaniyan li kesên biyan hate qedexekirin

Li Kanadayê piştî Yekşema bê, kirîna xaniyan heta du salan li kesên biyan hate qedexekirin.

Hate diyarkirin heta sala 2025’an wê kesên biyan nikaribin xaniyan bikirin. Ji bo penaber û kesên mayînde hinek îstîsna hatine diyarkirin û ev qanûn ji bo xaniyên li bajaran e. Xaniyên li havîngeh û yên tûrîstîk derveyî vê ne.

Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû di sala 2021’an de di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê ev tişt pêşniyaz kiribû. Partiya lîberal a Trûdeaû diyar kiribû kesên biyan bihayê xaniyan zêde dikin û kesên ji Kanadayê êdî nikarin xaniyan bikirin. Ev qanûn di bihara borî de hatibû qebûlkirin.

Li gorî hinek pisporan wê ev tevdîr probleman çareser neke. Ji  ber ku li Kanadayê hejmara kesên biyan ji sedî 5 hindiktir e. Li gorî pisporan divê xaniyên nû werin çêkirin.