Li Kamerûnê 200 kes ji ber kolerayê mirin

Li Kamerûnê, ji Cotmeha 2021'ê û vir ve ji ber şewba kolerayê 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di şewba nû ya kolerayê de ku dawiya Cotmehê destpê kir, 10 hezar û 322 kes pê ketin û 200 ji wan mirin.

Wezîr Manaoûda Malachîe got, şewbê bandor li pênc ji deh herêmên welêt kiriye.

Malachîe li ser Twîtterê daxuyanî da û got, "Baldar bin! Em li gorî tedbîrên hîjyenê tevbigerin."

Şewba beriya niha ya kolerayê di navbera mehên Çile û Tebaxê yên 2020'î de rû da bû û 66 kesan di encamê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her sal ji 1.3 milyon heta 4 milyon mirovî bi şewba kolerayê dikevin. Ji 21 hezar heta 143 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin.