Li Kalîforniya şewat: Bi deh hezaran kes hatin veguhestin

Di şewatên li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê qadeke bi qasî 9 hezar hektar şewitî, nêzî 50 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.

Ji ber şewata li nêzî Santa Clarîta ya nêzî bajarê Los Angeles a Kalîforniyayê derketî bi hezaran mal di bin xeteriyê de ne. Ji ber germahiya 30 pileyî derbas dike û rêjeya ketî ya nemê ya şewatê zenga sor hate lêdan. Ji ber şewata li vir bi hezaran hektar qad bûn xwelî.

Di şewateke li San Francîscoyê yê jî pêk hat, rê li ber ziyanên mezin vekir. Şewata bi hewayê re geş û gur bû heta niha li gelemperiya eyaletê 9 hezar hektar şewitiye. Tenê li San Francîscoyê 50 mal şewitîne.

Di şewta li bajarê PAradîes a serê meha Mijdarê sala borî li Kalîforniyayê derketibû de 86 kes miribûn, deh hezar kes jî ji malên xwe derketibûn.