Li Kabûlê êrîşa bombeyî: Bi dehan kes mirin
Li herêma sefaretxaneyan a li paytexta Afganîstan Kabûlê, êrîşeke bombeyî hate kirin. Ji ber êrîşê bi dehan kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li herêma sefaretxaneyan a li paytexta Afganîstan Kabûlê, êrîşeke bombeyî hate kirin. Ji ber êrîşê bi dehan kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li herêma Vazîr Akbar Han a Kabûlê, ku sefaretxaneyên Elmanya û Îngilîstanê lê ne, êrîşeke bombeyî hate kirin. Di êrîşê de 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 350 kes jî birîndar bûn.
Bi bandora teqînê camên avahiyên derdorê şikestin û rêya ku diçe herêmê ji trafîkê re hate girtin.