Li Jeponyayê ji ber baranê bi deh hezaran kes hatin veguhestin

Ji ber barana zêde a li başûrê Jeponyayê bi deh hezaran kes hatin veguhestin, 13 kes winda ne.

Ajansa Meteorolojî ya Netewî li herêmên Kûmomoto û Kagoshîma a li ser girava Kyûshû zenga lezgîn gihande asta herî jor.

Rayedaran ferman da ku divê nêzî 75 hezar kes malên xwe biterikînin. Heta niha 13 kes winda ne.

Li gorî dîmenên li ser çapemeniya Jeponyayê hatin parvekirin, wesayît li ber lêhiyê diçe û pir hilweşane.

Trenên Shînkansen yên bi leza bilind jî di nav de hinek seferên rêya hesin jî hatine rawestandin.