Li Japonyayê herî kêm 100 kes ji ber baranê mirin

Hejmara mirovên ji ber baranê li rojavayê Japonyayê mirin zêde bû. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 100 kes mirine.

Tîmên alîkariyê îro jî li taxên di nava heriyê de man û li binê malên hilweşiyayî li windayan geriyan.

Li bajarê Kûmano ku bi firçeya makyajê li cîhanê nav daye, gelek xanî di binê axê de man û bûn xirbe.

Li bajarê Kûrashîkî yê eyaleta Okayamayê gelek kes çûn ser banê xaniyên xwe û bi vî rengî hewl dan xwe ji lehiyê biparêzin. Tîmên alîkariyê ji ber zêdehiya ava lehiyê, roja Yekşemê li şûna botan bi keştiyan karê lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Rêjeya avê roja Duşemê hinekî kêm bû. Tîmên alîkariyê wê karibin êdî bi peyatî jî karê xwe bikin.

Rojên În û Yekşemê, rêjeya ava lehiyê ya li 93 cihên 14 eyaletan gihîşte asta herî bilind.

54 hezar arkuj, polîs, leşkerên Xweparastinê (artêşa Japonyayê) tevlî karê rizgarkirinê bûn. 5 milyon mirov mirov ji herêmê hatin derxistin.

Felaketa vê dawiyê ya li Japonyayê bû yek ji felaketên herî giran ên dehan salên dawî. Li Hîroşîmayê sala 2014'an erd şemitî bû û 74 kes miribûn.

Mehên Tebax û Îlona 2011'an jî du bager rabûbûn û nêzî 100 kes miribûn.