Li Japonyayê erd hejiya

Li Japonyayê bi şîdeta 6,1 pileyî erd hejiya. 3 kes mirin.

Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand, li nêzî bajarê Osakayê bi şîdeta 6,1 pileyî erd hejiya.

Hate gotin, erdhej li bakurê bajêr bi 13 kîlometreyan li binê erdê rû daye.

Ajansa Afetê ya Neteweyî jî diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê 3 kes mirine, nêzî 100 kes jî birîndar bûne.

Ji ber erdhejê agir bi gelek avahiyan ket, rê qelişîn û xisar li lûleyên avê bû. Li herêmê alarma ji bo tsûnamî nehate dayin.

Li nêzî bajarê Osakayê santralên nukleerî Mihama, Takahama û Ohi hene. Hate gotin ku zerar li santralên nukleerî nebûye.