Li Jacksonvilleyê êrîşa çekdarî pêk hat

Li bajarê Jacksonville yê ser bi eyaleta Florîda ya DYA’yê li firoşgehekî êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li bajarê Jacksonville yê ser bi eyaleta Florîda ya DYA’yê li firoşgehekî êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrîşê de gelek kes birîndar bûye.

Ewlehiya bajêr li ser hesabê xwe yê twetterê kesên li derdor dijîn hişyar kir ku neyên firoşgehê. Dema ku ev êrîş pêk hatî, sîmîlasyona tûrnûvaya futbola Amerîkayê dihat kirin.

Şerîfê bajêr jî li ser hesabê xwe yê twetterê ragihandin ku di êrîşê de gelek kes mirine û gelek jî birîndar bûne. Qenaleke televîzyona herêmî ragihand ku di êrîşê de 4 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku êrîşkar li cihê bûyerê hatiye kuştin. Şerîfê bajêr jî daxuyand û got; “Êrîşkar tenê ye yan jî gumanbarên din jî hene em nizanin, lê belê lêkolîn û lêpirsînên me didomin.”