Li Italya pir hate xwarê

Li Cenova ya Italya beşek ji pira li ser rêya oto ya A 10 hate xwarê û otomobil ketin valahiyê.

Di dîmenan de, ku agirkujan û medyayê par ve kirine, tê dîtin ku beşek bi dehan metroyan a pirê hatiye xwarê.

Pira Morandî ya di navbeyna taxên Sampîerderana û Cornînglîano de hate xwarê. Agirkujan diyar kirin ku saet 12.00’an pir hatiye xwarê.

Tîmên alîkariya lezgîn gotin bi kêmanî 10 wesayît ji pirê ketine û medyayê jî got bi kêmanî 10 kes mirine. Di dîmenan de ku di torên medyaya civakî de hatine parvekirin, tê dîtin ku xebatên xilaskirin di bin baranê de didomin.