Li Iraqê li gundekî 8 sivîl hatin qetilkirin

Li gundekî bakurê paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşeke çekdarî de 8 sivîl hatin kuştin.

Şaredarê El Halîs Ûday El Hadran ji Ajansa nûçeyan a fermî INA'yê re axivî û got, "Komeke terorîst bi motorsîkletan avêtin ser gundê El Bû Balî."

El Hadran diyar kir ku êrîş êvara Duşemê pêk hat û got, "Li vî gundî cotkar hene. Ji bo li ber êrîşa bi dehan terorîstan rabin, ketin nava liv û tevgerê." Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Gundiyên li vê herêmê ji bo xaka xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin, hêzeke milîsan ava kiribû.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, dibe ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibe kirin.

Wezareta Parastinê diyar kir ku wan heyeteke payebilind şandine wîlayeta Diyalayê ku êrîş lê hate kirin.

Roja Yekşemê jî li derdora Kerkûkê, di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de 9 polîsên Iraqê hatibûn kuştin.