Li Iraqê li endamekî DAÎŞ’ê yê Tirk cezayê muebetê hate birîn

Li Iraqê yek jê hemwelatiyê Tirkiyeyê û yek jê jî hemwelatê Sûriyeyê cezayê muebetê li du endamên DAÎŞ’ê hate birîn.

Berdevkê Konseya Daraza Bilind ê Iraqê Abdulsettar El Bayraktar diyar kir jineke Tirk a ku çalakiyên komeke terorîst veşartiye ya ku hevjînê wê jî di nav vê komê de ye, tê sûcdarkirin.

Heman jêderê diyar kir ku hemwelatiyekî Sûriyeyê jî bi sûcdariya ku endamê DAÎŞ’ê ye û tevlî êrîşên li dijî leşkerên Iraqê bûye, cezayê muebetê lê hatiye birîn.

Dadgeha Iraqê demek berê jineke ku hemwelatiya Elmanyayê jî ji ber ku endama DAÎŞ’ê bûye, cezayê îdamê dabûyê. Ev biryar ji bo jineke Ewrûpî ya li Iraqê biryareke yekemîn bû.

Dadgehên Iraqê di meha Îlonê de endamekî DAÎŞ’ê yê Rûs jî cezayê îdamê dabûyê. Di Çileya borî de jî hemwelatiyekî Swêdê yê ku bi eslê xwe Iraqî ye jî tê de, 37 kes îdam kiribû.