Li Iraqê hikumet nayê avakirin

Îro dihat payîn ku parlamentoya Iraqê bicive û ji bo 8 wezîrên kêm mayî dengdana pêbaweriyê bê kirin. Lê belê hate ragihandin ku ji ber lihevnekirina di nav partî û lîsteyan de dengdan hatiye taloqkirin. 

Hikûmeta nû ya ku 5 meh piştî hilbijartinê ji hêla Adil Ebdilhemîd ve hatî avakirin meha Cotmehê ji bo pêbaweriyê, pêşkêşî dendanê hatibû kirin. Ji 22’ê wezîran 14 wezîran dengdana pêbaweriyê derbas kiribû lê belê 8 wezîran nekarî derbas bikin. Dihat payîn ku îro ji bo 8 wezîrên hikumeta Ebdulhemîd meclîs bicive. Lê belê ji ber nakokî û lihevnekirinên di navbera partî û lîsteyan de heyî hefteyekê hat taloqkirin. 

HINCET NETEMAMKIRINA JÎNEGARIYA WAN E!

Di bernameya xebatê ya parlamentoya Iraqê ya îro hatî weşandin de ragihand ku ji bo ku jînegariya 8 wezîran nehatiye amdekirin civîn hefteyekê hatiye taloqkirin. 
Lê belê beriya ku parlamento daxuyaniyê biweşîne duh endamê parlamentoyê Fazil Fetlawî ragihandibû ku wê serokwezîrê Iraqê tevlî civînê bibe û ji bo ku desteya wezîran temam bibe wê 8 wezaret bi dengdanê bêne erêkirin. 

Fetlawî da zanîn ku piraniya komên li parlamenetoyê li ser mijara nazetên weziriyê li hev kiriye û û got, “Di çarçoveya lihevkirinê de navê 8 wezîran ji hêla serokwezîr ve bê pêşkêşkirin. Serokwezîr di derbarê diyarkirina wezîran de bi biryar e û ez nafikirim ku dengdan bêtaloqkirin.”

Yek ji sedema dî ya taloqkirina dengdana pêbaweriyê lihevnekirina PDK û YNK ye. 3 wezîrên ku ji bo Kurdan hatibû terxankirin ji hêla PDK'ê ve hatibû tijekirin, di daxuyaniya çapemeniyê ya YNK'ê hatibû gotin ji bo Wezareta Dadê Xalit Şiwanî yê YNK'yî hatiye diyarkirin. Lê tê gotin piştî ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî çûbû Bexdayê û bi Evdilmehdî re rûniştî navê Şiwanî ji lîsteyê hatiye derxistin. Tê gotin yek ji sedema taloqkirina dengdana pêbaweriyê jî ev e.