Li Iraqê hêrî kêm 280 wezîr û rayedarên paye bilind gendelî kirine

Komîsyona Destêpakiyê ya Iraqê ragihand ku wan tespît kiriye ku 280 wezîr û rayedarên paye bilind ketine nava gendeliyê.

Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê ya Iraqê ya têkildarê dosyaya gendeliyê hat ragihandin ku têkiliya 280 wezîr û rêveberên giştî û payebilindên taybet bi gendeliyê re hene û ji vane ji bo 61 kesan biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Me kariye nêzîkî tirilyonek û 770 milyar dînarê Iraqê ku di encama gendeliyê de hatiye xerckirin, vegerînin xezîneya hikûmetê.”

Rêveberê lêkolînê ya Desteya Destpakiyê ya Iraqê Kerîm Bedir jî wiha got: “Di şeş mehên borî de 34 hezar gilî li ser dosyaya gendeliyê qeyd kirine. Ji van 7 hezar û 739 kes bi gendeliyê tên sûcdarkirin. Ji van 39 wezîr û cîgirên wezîrin ku bi gendeliyê tên sûcdarkirin.”