Li Iraqê êrîşên hewayî yên DYE'yê: 5 mirî

Li du herêmên li başûrê Bexdayê di êrîşên DYE'yê de ji komeke ku weke alîgirê Îranê tê pênasekirin 5 şervan hatin kuştin.

Rayedarekî ewlekariyê yê Iraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku li herêma Curf el Sakrê di êrîşa hewayî de ji Tûgayên Hîzbûllahê 5 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku êrîş sibeha Çarşemê hatiye kirin. Rayedarekî ji Haşdî Şabî jî ku ser bi artêşa Iraqê ve ye, heman bîlanço ji AFP'ê re ragihand.

Roja Sêşemê jî li nêzî Bexdayê êrîş li ser wesayiteke koma çekdar a Haşdî Şabî hatibû kirin. Servîsên ewlekariyê diyar kiribû ku 'çend kes hatin kuştin'.

Êrîş di nava rewşa aloz a herêmî de hate kirin. Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve li hemberî hêzên DYE'yê bi roket û droneyan êrîş têne kirin.

Bi giranî koma çekdar a bi navê 'Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê' berpirsyariya êrîşên li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê li xwe digire.

Li gorî rayedarên leşkerî yên Emerîkî, ji nava meha Cotmehê û vir ve li hemberî hêzên Emerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê herî kêm 66 caran êrîş hatin kirin û 62 personelên Emerîkî bi sivikî birîndar bûn.