Li Iraqê encamên fermî yên hilbijartinê hate eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê encamên fermî yên hilbijartina pêşwext a Parlementoya Iraqê eşkere kir.

Di 10’ê Cotmehê de hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê pêk hat. Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê eşkere kir.

Li gorî encamê Tevgera Sadir 73 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û bû yekemîn. Rêjeya tevlîbûna dengderan a ji bo hilbijartinê jî ji sedî 41 e.

Encama hatî eşkerekirin bi vî rengî ye:

Tevgera Sadir: 73 kursî

Dewleta Yasa: 37 kursî

PDK: 32 kursî

Hevpeymana Fetih: 17 kursî

Hevpeymana Kurdistan (YNK-Goran) 16 kursî

Ezim: 14 kursî

Îmtîdad: 9 kursî

Nişfê Nû (Neweyê Niwê) 9 kursî

Îşraqî Kanûn: 6 kursî

Peymana Niştîmanî: 9 kursî

Hevpeymana Hêzî Dewlet: 4 kursî

Tesmîm: 5 kursî

Cemahîrna Huytna: 3 kursî

Projeya Nîştimanî: 1 kursî

Tevgera Hesim: 2 kursî

Hiqûq: 1 kursî

Bladî Nîştimanî: 1 kursî

Teyarî Fîrateyin: 1 kursî

Komeleya Sened: 1 kursî

Peyman û  Gorankarî: 1 kursî

Cemawerî Nîştimanî: 1 kursî

Mintic Nîştimanî: 1 kursî

Eniya Tirkmenî: 1 kursî

Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 1 kursî

Hevpeymana Ereb: 1 kursî

Textilif Alamal: 1 kursî

Aqdar Nîştimanî: 1 kursî

Hizbî Nîştimanî: 1 kursî

Hejmara namzetên serbixwe yên bi serketine jî 40 kes in.