Li Iraqê careke din xwepêşandanê dest pê kir

Li gelek bajarên Iraqê duh bi şev carek din xwepêşandanan dest pê kir, xwepêşander jî daxwaz dikin ku serokwezîrê nû daxwazên wan pêk bînin. Her wiha xwestin ku li hemû bajaran xwepêşandan jî bêne kirin.

Ragihandinên Iraqê qala vê dikin ku xwepêşandan li bajarên weke: Besra, Kerbela, Wast û Babîlê dest pê kiriye û xwepêşander jî di diruşmên xwe de, daxwaz kirin ku serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa Kazimî daxwazên xelkê pêk bînin. Di heman demê de daxwaz ji welatiyên Iraqê jî kir ku li hemû bajarên Iraqê dest bi xwepêşandanan bikin.

Di meha Cotmeha 2019’an de xwepêşandanên Iraqê ya li dijî dizî, bêedaletî, nebûna kar û tunebûna aramiyê dest pê kiribû. Li gorî bîlançoyên fermî di xwepêşandanan de zêdetirî 500 kes hatin kuştin û 19 hezar kes jî birîndar bûn.