Li Iraqê bi droneyê êrîş li wesayiteke Haşdî Şabî hate kirin

Li nêzî paytexta Iraq Bexdayê, bi droneyekê êrîş li wesayiteke Haşdî Şabî hate kirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê, rayedaran diyar kirin ku danê sibehê li herêma Ebû Garîb a bi 30 kîlometreyî li rojavayê paytext Bexdayê êrîşeke bi droneyê hate kirin.

Rayedarekî ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir got, "Li ser rêya Ebû Garîb li hemberî wesayiteke Haşdî Şabî êrîşeke bi droneyê hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wesayita bû hedef di nava konvoyeke ji çar wesayitan de bû. Haşdî Şabî jî êrîş piştrast kir. Li ser hejmara kuştî û birîndaran agahî nehate dayin.

Êrîş di demeke welê de hate kirin ku li herêmê rageşî zêde bûye. Ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve li ser hêzên DYE'yê êrîşên bi roket û droneyan têne kirin.

Êrîş bi giranî li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê têne kirin û koma çekdar a bi navê 'Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê' berpirsyariya êrîşan li xwe digire.

Li gorî rayedarên leşkerî yên Emerîkî, ji Cotmehê û vir ve li hemberî hêzên Emerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê herî kêm 61 caran êrîş hatin kirin û bi dehan personelên Emerîkî bi sivikî birîndar bûn.

Washîngton weke bersiva li êrîşan bombe li nuqteyên hêzên pêwendiya xwe bi Îranê re hene yên li Sûriyeyê barand.

DYE'yê her wiha pêkanîn li ser 7 kesên ser bi koma çekdar a li Iraqê ya tê gotin alîgirê Îranê ye, ferz kir.