Li Iraqê aliyên siyasî li ser serokwezîrê nû li hev kirin

Hate gotin li Iraqê li ser hikûmetê, komên siyasî li ser serokwezîrê nû li hev kirine.

Piştî hilbijartina bi nîqaş a Iraqê ragihandina hikûmeta nû nêz dibe. Herî dawî hate gotin li ser Serokwezîrê nû di navbeyna komên siyasî de lihevkirinek çêbûye.

Lîderê Koalîsyona Hiqûqê ya Dewletê  Mihemmed Chîhod ku di hevdîtinan de cih digire, got, diyar bûye bê ka Serokwezîrê nû wê kî be û piştî avabûna hevalbendiya piranî ya li Parlamentoyê ev nav ji bo raya giştî wê were ragihandin.

Chîhod got dema danûstandinan gelek nav hatine ber wan û Serokwezîrê nû ji hêla hemû koman ve hatiye qebûlkirin.

Li Iraqê ya piştî DAÎŞ’ê bi taybetî hêzên navnetewî dixwazin hikûmeteke berfireh were avakirin ku Siniyan jî di nav xwe de vehewîne. Her wiha tê payin ku hikûmeta navendî, di serdema nû de li ser Kurdan siyaeteke nû bişopîne, ku li ser mijara Kerkûkê hikûmeta berê û Kurd hatibûn pêşberî hev.

Dema hevdîtinan Kurd ên ku bi rengê bloke hazir bûn, li ser mijara Kerkûkê, dixwazin ku lihevkirina berê ya bi mebesta ku bandorên serdema Seddam a li ser Kerkûkê, ya polîtîkaya Erebkirinê ji holê rabe, dîsa sazkar bibe.

Jêderên polîtîk dibêjin li ser vê mijarê aliyan li hev kiriye.