Li Iraqê 7 xwepêşandêrên din jî hatin kuştin

Çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo têkçûna rejîma li Iraqê didomin. Di asta herî bilind de ji bo bidawîbûna tevgera nerazîbûnê û parastina desthilatdariyê li hev hate kirin. Piştî lihevkirinê 7 xwepêşandêrên din hatin kuştin.

Hêzên bingehîn ên siyasî yên li Iraqê li hev kirin ku desthilatdariya heyî bi her rê û rêbazê bê parastin. Di çalakiyên şermezarkirinê de Şemiyê 7 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Paytext Bexda veguherî qada şer.

Li derdora meydana Tehrîrê ya paytext Bexdayê sê kes bi fîşekê û kesek jî bi bombeya gazê ya li rûyê wî ket jiyana xwe ji dest dan. Heman rojê sê çalakger jî li bajarê Basrayê bi fîşekan hatin kuştin. Hêzên dewletê ragihandin ku li Basrayê kî dibe bila bibe yên derkevin derve wê bên destgîrkirin.

Hêzên bingehîn ên siyasî yên li Iraqê beriya niha îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî taloq kiribûn. Vê carê jî ji bo parastina desthilatdariyê li hev kirin. Serkêşê van hêzan Muqteda Sadr lîderê Şîa ye ku beriya niha li gel çalakgeran bû. Tê gotin ku Sadr bi zexta Îranê û tifaqên li Bexdayê biryara xwe guhertiye.

Piştî gelek civînên ku bi rojane didomin, hêzên siyasî li ser reformên ku dûrî pêkanîna daxwazên çalakgerane li hev kirin. Çalakger daxwaza Destûra Bingehîn a nû dikin, lê hêzên siyasî biryar dan ku bi tepisandinê dawî li çalakiyan bînin.

Li gorî AFP'ê hêzên siyasî li hev kirin ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî li desthilatdariyê bimîne û bi her rê û rêbazê dawî li çalakiyan bê anîn.

Li gorî hesabên AFP'ê ji 1'ê Cotmehê ve derdora 300 kes ku piraniya wan xwepêşandêr in hatin kuştin û 12 hezar kes jî birîndar bûn.