BI DÎMEN

Kalkan: Aştî bi du baskan pêk tê

Dûran Kalkan got, ew bi biryar in ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin, lê belê pêkanîna vê yekê bi dewleta Tirk ve eleqedar e. Kalkan got, "Çûka aştiyê bi baskekî nafire. Wê demê eger wê aştî pêk were, wê bi du baskan be."

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê, li gel agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şerê Îsraîl-Îranê, şerê li Rojhilata Navîn û siyaseta demokratîk û civakî ji Medya Haber TV re nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku divê zext li rêveberiya AKP'ê bê kirin ku gavê ber bi demokratîkbûnê ve biavêje û destnîşan kir ku divê her kes karibe hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, pêngava azadiyê ya navneteweyî pir alî bibe û têkoşîna hiqûqî di her astê de bê meşandin.

Dûran Kalkan anî ziman ku sîstema modernîteya kapîtalîst a global Îsraîlê weke hêza lêdanê bi kar tîne û dixwaze avaniyên siyasî hemûyan ên li Rojhilata Navîn piştî sala 1917'an hatin avakirin û xwe dispartin Yekîtiya Sowyetan, tasfiye bike. Dûran Kalkan destnîşan kir ku Tirkiye ne li derveyî vê yekê ye û got, "Wê sekna heyî ya Tirkiyeyê qebûl nekin. Wê hîn bêhtir bixin binê mêtingerî û zextê... Bidawîkirina van xeteriyan tenê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe. Di bingeha vê de jî azadiya Kurdan heye. Azadiya Elewiyan, jinan... Bi rastî jî divê mirov Tirkiyeyê bike welatekî azadiyan. Eger bi vî rengî bibe wê hingî li ser piyan bimîne, wê bibe hêzek. Wê pêşengiyê ji pêşketinên cuda yên li Rojhilata Navîn re bike. Wê ti zemîn neyê hiştin ku bibe hincet ji destwerdana derve re. Rêyeke din a vê nîne. Eger ev nebe ya wê teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe yan jî li hemberî wê şer bike. Rêyeke din a sêyemîn nîne."

Kalkan destnîşan kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê li pêşberî şerê Îsraîl-Îranê gelê herî baldar û berpirsyar e û bang li tevgerên Kurd kir ku ji bo di vê rewşa şer de bi serketî derkevin 'Li dora kongreyê yekîtiya neteweyî' ava bikin. Têkildarî gelê Rojhilat jî got, "Civak li hemberî şer divê ewlekariya xwe misoger bike. Piştevanî û jiyana bi hev re xurt bike. Lê belê heta jê tê divê nekeve nava tiştên bi vî rengî yên şer. Divê bi baldarî tevbigere. Ji xeta pêşketina demokratîk a neteweyî divê ti carî xwe venegire. Divê yekîtiya xwe ya gel biafirîne, rêxistiniya xwe biafirîne. Li ser bingeha afirandina rêveberiya demokratîk a hevpar bi gelên Îranî re têkiliyê û tifaqê dîne."

Nirxandinên Kalkan bi vî rengî ne:

Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim careke din destnîşan bikim ku berxwedana Îmraliyê rê nîşan dide. Li Îmraliyê herî dawî hevdîtina bi wesîleya cejnê pêk hat, di çapemeniyê de hate weşandin, em bi vî rengî hîn bûn. Yekemcar piştî 27 salan karîbû hevdîtinê bi zarokan re bike.

Rêber Apo soza xwe bi cih anî, ya ku digot 'ez karim bikim' kir. Bang kir, rê nîşanî partiyê da, partiyê kongreya xwe pêk anî. Biryar li ser fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina stratejiya têkoşînê ya çekdarî hate dayin. Ev yek bi rengekî eşkere ji raya giştî re bi belgeyan hate nîşandan. PKK bi ya Rêber Apo kir, banga wî bi cih anî. Soza xwe pêk anî. Lê belê li Îmraliyê guhertinek bû?
Beriya 23'ê Cotmeha 2024'an ti hevdîtin nedihate kirin. Ti hiqûq, qanûn, maf bi cih nedihate anîn. Hiqûq tine bû, qanûn tine bû.

Rêveberiyeke kêfî, rêveberiyeke siyasî, helwesteke dîlgirtinê hebû. Piştre jî ev hate guhertin? Belê, hin hevdîtin hatin kirin. Peyamên Rêber Apo hatin parvekirin. Ji xwe rewşeke diyalogê jî destpê kir. Di halê hazir de bi qasî ku me fêhm kir, rewşa li Îmraliyê ji diyalogê wêdetir neçûye. Nîqaşek, diyalogek heye. Jê wêdetir pêşketinek nîne. Guhertinên li Îmraliyê jî di çarçoveya van hevdîtinan de ne. Yên ku heta niha bûn, ji aliyê hiqûqî ve weke yên li girtîgehên din e. Jê kêmtir e jî. Bi temamî bi cih nayê anîn.

Ji vî alî ve guhertinek, ji aliyê pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve pêşketinek nîne. Divê ev yek bê destnîşankirin. Hevdîtinên heyeta DEM Partiyê çêbûn. Vî karî di asta diyalogê de dewam kir. Jê wêdetir rewşeke danûstandinê ji xwe nîne. Yanî ji aliyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve ti pêşketin an jî hewldan nîne.

Meclîsê bi wezîfeyê rabûya, qanûn amade bikira. Lê belê hate dîtin ku desthilatdariya heyî, yanî tifaqa AKP-MHP'ê dikare qanûnê bi dilê xwe derxîne. Lê belê di vê mijarê de hewldaneke biçûk jî nehate dîtin. Çend caran bi rêveberên DEM Partiyê re hevdîtin hate kirin. Timî hêvî hatin bilêvkirin. Qaşo piştgirî didan, lê belê partî li meclîsê li hev kom nebûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo pêkhatina mafê hêviyê gavek neavêtin.

Hîn jî bang tê kirin ku meclîs wezîfeyê hilgire ser milê xwe. Di vê rewşê de eger meclîs wezîfeyê hilgire ser milê xwe wê çi bibe? Em ji dema 2013-2014'an zanin. Wê demê jî komîsyon hatin avakirin. Em zanin bê çawa nava wan hate valakirin. Niha tê dîtin ku wê komîsyonek bi heman rengî bê avakirin. Lê belê ev komîsyon wê nebe avaniyeke welê ku pêvajoyê bimeşîne, pêşî li çareseriya pirsgirêkan veke, pêvajoya hiqûqî bimeşîne û meclîsê bide xebitandin. Tenê wê bibe komîsyoneke şêwirmendiyê ku agahiyê bide Serokkomar Tayyîp Erdogan.

Di nêzîkatiyên AKP'ê de helwesteke welê cidî ku pêwîstiyên kar bi cih tîne, nîne. Ev yek jî vên îşan dide: Divê bi rêya têkoşînê zext li desthilatdariya heyî, li rêveberiya AKP'ê bê kirin ku ji bo demokratîkbûnê gavê biavêje. Di vê mijarê de Devlet Bahçelî bang kir. Min berê jî got: Gotinên xweş hene, lê belê jê wêdetir nîne. Gotin heye, pratîk nîne. Heman rewş dewam dike. Bandora xwe jî her diçe kêm dibe ya van gotinên Bahçelî, ji ber ku li ser nasekinin. Ji ber vê yekê xûsûseke girîng e ku zext li ser desthilatdariya heyî bê kirin. Divê kar û hewldan bêne kirin ku ev zext bê kirin.

Ev pêvajo ne tenê pêvajoya desthilatdariyê û Rêber Apo yan jî rêveberiya PKK'ê ye. Pêvajoya temamiya civakê ye. Ya ku tê xwestin bê kirin, hemû civakê eleqedar dike. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Biryarên ku PKK'ê wergirt her kesî eleqedar dike, her kes pê bandor dibe. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Rêya vê yekê jî meşandina têkoşîneke hîn bi bandor e. Divê têkoşîneke welê bê meşandin ku zext li desthilatdariya heyî, bi taybetî jî li AKP'ê bê kirin. Baş e têkoşîneke bi vî rengî heye? Heye.

Mînak, kampanyayeke gelekî girîng hate destpêkirin. Ji derveyî welat destpê kir. Daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo hate kirin. Ev kampanyeke baş e. Her kes divê vê daxwazê bike. Li Tirkiyeyê, Kurdistanê, derveyî welat her kes divê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bînin ziman. Ev daxwaz jî divê li ser çapemeniyê bê ragihandin... Ne tenê bi çapemeniyê re bimîne, divê serlêdana yekser jî bê kirin. Her kes divê vê bike. Ji zarokan heta bi extiyar, jin, mêr, wezîfedar, bê wezîfe, her kes divê vê yekê bixwaze. Ev têkoşîneke girîng e.

Li aliyê din, pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, dewam dike. Divê ev pêngav jî bê pêşvebirin, xurtkirin. Weke ku qediya ye xuya dike, hevdîtinek, du hevdîtin çêbûn, Rêber Apo bang kir. Yanî girîngiya vê têkoşînê nayê dîtin. Halbûkî divê ev pêngav bê pêşvebirin, kûrkirin û mezinkirin. Ev yek jî pir pir girîng û pêwîst e.

Li gel vê yekê divê têkoşîna hiqûqî jî bê xurtkirin. Ne qenciya AKP'ê ye, lê li gorî qanûnan piştî 25 salan diviyabû Rêber Apo li derve bûya. Diviyabû azad bûya. Qanûnên Yekîtiya Ewropayê bi vî rengî ne. Ew qanûn ji bo hiqûqa Tirkiyeyê jî derbasdar e. Niha bûye 27 sal. Zêde jî derbas bû. Lewma yên ku 30 salên wan tijî dibe bernadin. Pêwendiya xwe bi rewşa Rêber Apo ve heye. Ji ber vê yekê divê têkoşîna hiqûqî di her astê de bê meşandin. Ti carî divê lawaz nebe, sist nebe.

Ez ê tiştekî din jî bibêjim. Weke ku di vê mijarê de devê qutiya Pandora vebûye. Niha her kes radibe dibêje ez vê jî dixwazim, wê jî dixwazim. Rastiyeke civakî heye ku hatiye tepisandin, mafên xwe jê hatiye wergirtin. Rast e ku her kes mafê xwe bixwaze, mafdar e. Ez tevlî wan dibim, tiştekî nabêjim. Lê belê niha her kes her tiştî bixwaze, wê zextek li ser ê jê tê xwestin nebe? Pêkhatina wan daxwazan hemûyan bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi azadiya Kurdan ve girêdayî ye. Azadiya Kurdan jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Wê demê bila hemû daxwaz hebin, bêne xwestin. Bila mafên demokratîk, hiqûq bê xwestin. Lê belê ev yek jî divê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin. Divê jê neyê qutkirin. Çarçove divê neyê windakirin. Her kesî dema tiştek xwest, divê di çarçoveya demokratîkbûnê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bixwaze.

Ji ber ku pêkhatina daxwazên din bi wî ve girêdayî ye. Ew nebe hewldana pêkanîna yên din wê şaş be. Şaşitiyên bi vî rengî divê teqez neyên kirin. Ji ber vê jî gelê me, dostên me, welatparêz, derdorên demokratîk, aştîxwaz, dilxwazên azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê, her kesên ku dixwazin li Rojhilata Navîn, li cîhanê jiyaneke azad û demokratîk bê afirandin, divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê pêvajoyê de hîn bêhtir bi pêş ve bibin, hîn bêhtir xurt bikin. Banga me li ser vê bingehê ye.

TÊKILDARÎ BÛYERÊN LI QADÊN ŞER DIQEWIMIN

Daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) hene. Naxwazim wan dubare bikim. Êrîş hene. Dem bi dem zêde jî dibin, dem bi dem kêm dibin. Çekên kîmyewî, her cûre bombeyên qedexekirî, ji taktîk nukleer heta bi çekên kîmyewî têne bikaranîn. Bi rengekî giran têne bikaranîn. Û gerîla şehîd dibin. Hevrê Bawer, hevrê Welat, hevrê Dîcle, dawiya meha Gulanê, destpêka me Hezîranê şehîd bûn. Di şexsê wan de şehîdên berxwedana Zapê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Lê belê şehadeta gerîla dewam dike. Çi ji gerîla dixwazin?

Di vê mijarê de dixwazim vê yekê bibêjim. Eger bi halê hazir şer mezin nabe, belav nabe, giran nabe ev yek ji ber wê yekê ye ku gerîla li gorî agirbesta 1'ê Adarê tevdigere ku rêveberiya PKK'ê ragihand. Ji ber wê yekê ye ku gerîla li ser bingeha biryarên Kongreya 12'emîn tevdigerin. Naxwe bi her awayî tehrîk, sorkirin têne kirin. Bi her awayî êrîşan dikin.

Ya rast me ji bo vî şerî agirbest ranegihand. Me ji bo çareseriya pirsgirêkên ji ber şer, ji bo pêşîgirtina li şer hin pêşniyarên pratîkî kir. Ev yek weke lawaziyekê fêhm kirin. Berê xwe dan wan qadan û hîn bêhtir êrîş kirin.

Raya giştî hinekî dişopîne, bila vê rewşê hîn baştir zanibe. Me biryar dan ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin. Em heta dawiyê di vê biryara xwe de bi israr in, zelal in. Li ser bingeha stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk em dixwazin têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin. Lê belê meşandina vê yekê tenê bi me nabe.

Mînak, her kes qala aştiyê dike, aştî bi yek alî nabe. Bahçelî got, 'Çûka aştiyê bi baskekî nafire'. Çûk bi baskekî nafire, çûka aştiyê jî nikare bifire. Wê demê eger wê aştî bibe, belê ev yek wê bi du baskan bibe.

Di bin êrîşan de bêguman wê gerîla xwe biparêze. Êrîş dike, îmha dike, qetil dike û piştre jî dibêje tu çima dest ji çekê bernade? Bangê dikin, dibêjin çekê dînin, teslîm bibin, teslîmî edaleta me bibin, bikevin girtîgehê. Ev pêvajo ne pêvajoyeke bi vî rengî ye.

Hevala Hêlîn nirxand, got rantxurên şer hene, ew vê dikin. Belê rantxur mantxur, her kî bin, lê belê bi destûra vê rêveberiyê dikin. Hinek bi tena serê xwe nakin. Eger li Zapê, li Metînayê êrîş li gerîla tê kirin, li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê tê gerandin, ev hemû bi biryar û destûra hikumeta heyî û serokkomar dibe. Bi biryara siyasî dibe. Ew berpirsyar in.

Eger dewam bikin, bêguman gerîla qurbanê stu li ber kêrê nîne. Wê xwe biparêzin, di her şert û mercî de wê biparêzin. Wê mafên xwe yên parastinê, parastina xwe ya rewa bikin. Wê mafên xwe yên parastina rewa bi kar bînin. Bila her kes vê fêhm bike.

Ji destpêkê ve PKK neçarî şerekî bi vî rengî hate hiştin. Hinek radibe dibêje 40 sal in, 50 sal in şer heye, bila ew bê sekinandin. Ne welê ye, 100 sal in şer heye. Ji sala 1925'an ve şer heye. Ne tenê li Bakur, li Rojhilat jî hene, li Başûr jî heye, li Rojava jî heye. Li çar parçeyên Kurdistanê heye. Ev yek bûye sîstemek, siyaset û mejiyek. Yanî berhema siyaset û mejiyê tinehesibandin û tinekirina Kurdan e. Lewma şer ji aliyê PKK'ê ve nehat destpêkirin.

PKK'ê berxwedanek da destpêkirin, biryar da. Lê belê ji bo parastina gelekî ev yek kir ku ew gel di bin êrîşa qirkirinê de bû. Li hemberî êrîşê, bi armanca parastina ji îmha, tasfiye û qirkirinê ji bo berxwedanê kir. Divê bi vî rengî bê zanîn.

Têkildarî têkoşîna çekdarî jî tê axaftin. Dixwazim wê jî li vê derê bibêjim. Dibêjin her cûre têkoşîna çekdarî nebaş e. Yanî dibêjin, 'Aştî gelekî baş e, temam wê demê em ji bo aştiyê têbikoşin'.

Em jî stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî dikin. Lê belê bila neyê jibîrkirin ku hemû destketiyên demokratîk neteweyî yên gelê Kurd bi saya berxwedana gerîla hatin afirandin. Weke gel tişta ku bi têkoşîna çekdarî me dikarîbû qezenç bikira, me qezenç kir, me zêde jî qezenç kir. Niha em dixwazin jê dêtir bi rêbazên cuda yên têkoşînê bimeşînin. Bila her kes rast fêhm bike. Lewma dema ku nirxandinên bi vî rengî hate kirin, divê mirov hişmendiya mirovan, gel reş nekin. Divê rast bê fêhmkirin, rast bê axaftin.

Lewma gerîla wê li hemberî êrîşên îmhayê xwe biparêze. Kî wê karibe li pêşiya vê bibe asteng? Eger bi zorê ev yek li Kurdan bê ferzkirin, wê Kurd çi bike? Ji bo parastina rûmeta xwe heta dawiyê li ber xwe dan, li ber xwe didin. Gelekî bi rûmet e. Ji kûrahiya dîrokê tên. Yanî rûmeta xwe nadin binpêkirin. Bila her kes zanibe.

Yên ku ji wan heye ku dikarin rûmeta Kurdan bişikînin wê bi xwe bikevin wê rewşê. Heta niha nekarîn bigihêjin vê armanca xwe, ji niha û pê ve jî wê nikaribin bigihêjin.

TÊKILDARÎ BÛYERÊN LI ÎMRALIYÊ

Têkildarî bûyeran û pêvajoyê divê mirov reşbîn nebin. Di vê mijarê de dikarim vê bibêjim. Em bi biryar in ku ji aliyê xwe ve tişta dixwazin bikin, pêk bînin. Me di asta kongreyê de biryar wergirtin. Di asta Rêbertî de biryar wergirtin. Min di axaftinên xwe yên beriya niha de got.

Rêber Apo xwe guhert, veguher û bi biryar ikr. Partiyê diguherîne, vediguherîne û bi biryar dike. Hemû avanî û pêşengiya şoreşger. Li ser vê bingehê wê gel biguherîne, rêbaza têkoşînê biguherîne, Kurdistan û Tirkiyeyê biguherîne. Em bi israr in. Di vê mijarê de divê tiştek nebe. Vegera ji fesixkirina PKK'ê nabe. Em li pêşiya xwe dinihêrin.

Vaye biryar hatin weşandin. Paradîgmayeke nû heye. Biryar li ser stratejiyeke nû tê dayin. Di vê mijarê de têkildarî yên berê hatin kirin, hatin qezençkirin, taybetmendiyên pêvajoya ji niha û pê ve, pêşdîtin, pêşvebirina vê yekê bi rengekî erênî nêrîn, nirxandin û biryar hene. Ji ber xwe ve nameşe. Em bi biryar in ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin. Me biryar wergirt. Teqez em ê weke berê nedin ser xeta têkoşîna çekdarî. Lê belê ev nayê wê wateyê ku 'dema êrîşên ji bo îmha û tasfiyekirinê hatin kirin, înkar hate kirin em ê xwe neparêzin'. Ev gel wê parastina xwe bike. Wê kole nemîne. Yên ku li benda berevajî vê yekê ne xwe dixapînin.

Wê rê û rêbazên vê biafirîne. Her wiha pêvajoyên nû yên ji ya berê wêdetir, li gorî taybetmendiyên şert û mercan rewşeke têkoşînê biafirîne. Ji ber ku rêbazên têkoşînê ji aliyê şert û mercên leşkerî û siyasî ve diyar dibin. Ne tenê em diyar dikin. Em li gorî wan şert û mercan tevdigerin. Eger rewşeke demokratîk hebe, em ê stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk ji xwe re bikin esas. Eger Tirkiye demokratîk bibe...

Lê eger bi wî rengî nebe? Eger demokratîkbûn nebe, înkar dewam bike, îmha dewam bike, azadiya îfade û rêxistinbûnê bi temamî ji holê bêne rakirin, qirkirin ku Kurdan bê ferzkirin... Kurd wê her tim, li her cihî li ber xwe bide. Li hemberî ferzkirina qirkirinê tiştekî din nîne ku bê kirin. Ji bilî vê yekê ji aliyê meşandina pêvajoyê ve ji aliyê xwe ve em bi biryar in.

Wekî din dixwazim ve yekê jî bibêjim. Me helwesta AKP'ê vegot. Gotinên Bahçelî baş in. Ji xwe hinekî hêviyê dide. Lê belê pêwîstiya wan gotinan bi cih nayê anîn. Bandora wan gotinan her diçe kêm dibe, winda dibe.

Ya rast ev reşbînî, tevlîheviya serî ji ber vê yekê ye. Em jî hewl didin bişopînin, nêzîkatiyên civakê. Ji Amedê, ji Wanê di çapemeniyê de tê nîşandan. Fikarên xwe mafdar in... Sedema wê jî ew bi xwe dibêjin: 'Ev desthilatdarî, AKP tiştekî din nake; hîleyan dike, lîstikan dilîze'. Bêguman ne neheq in. Lê belê mafdarbûyî têra serketinê nake.

Amadekariyeke AKP'ê nîne, di vê mijarê de em zelal bûn. Yên ku sala 2009'an dîtin, bila bînin bîra xwe. Destpêkê gotin, 'Em vekirina Kurdan' dixwazin, piştre di hilbijartinên 29'ê Adarê de dema ku Kurdan bi giranî qezenç kirin, 'vebûna mîlî' bû 'vebûna yekîtiya mîlî'. Li demê belav kirin. Xwestin dewam bikin û mijûl bikin. Piştî ku Rêber Apo û tevgerê rastî ferz kirin, di Mijdarê de ketin nava hewldaneke welê ku weke darbe lê bûye, hate nîşandan.

Tayyîp Erdogan wê demê got, 'Em jê dibin û ji destpêkê ve destpê dikin, li serî vedigerin'. Û piştre tundî ferz kir. Niha jî bi heman rengî amadekariyeke wan a cidî nîne. Ev şênber e.

Bi pêvajoyê re guhertineke cidî xuya nake. Timî li demê belav dikin, hewl didin çavdêriyê li bûyeran bikin. Muxalefetê jî di vê mijarê de polîtîkayeke bi bandor nemeşand. Çima? Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke welê ferzkirinê nîne. Yekîtî divê. Lê belê bi hev ketine. Şerê desthilatdariyê, şerê berjewendiyan... Bi muxalefet û desthilatdariya xwe dimeşînin.

Lê nanihêrin bê Tirkiye di kîjan halî de ye. Hewldaneke cidî nîne. Her tişt di asta gotinê de ye... Her kes, civak, gelên Tirkiyeyê li benda pratîkê ye, li benda çalakiyê ye. Dixwaze guhertinê bibîne. Niha vê yekê bibêjim: Gotin û rexnekirin têrê nake. Banga Rêber Apo ne tenê li van hêzan e. Biryarên PKK'ê ne tenê ji bo van hêzan e. Tenê rexnekirina van, gotina 'çima nakin' têrê nake. Divê civak bike, mirov hin tiştan bikin.

Hate gotin ku bang hate kirin, ji derdorên civaka sivîl, bi gotina 'Em aştiyê dixwazin'. Rêber Apo bang kir, PKK'ê jî biryar wergirt. Got, 'Em dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî tînin'. Fermo, pêşî lê vebû. Wê demê ji bo aştiyê pêwîstî bi têkoşînê heye. Divê têkoşîneke çalak bê meşandin. Di têkoşînê de kêmasî hene. Derdorên cuda têkoşînekê dimeşînin, bi taybetî li qadên Bakur û Tirkiyeyê. Li qadên din jî heta astekê têkoşîn heye. Weke min beriya niha got; Divê ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê bike yek. Lê belê divê gelekî bi xurtî bê kirin. Kêm e. Yanî demokratîkbûn bi têkoşînê dibe. Aştî bi têkoşînê bi dest dikeve. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke hîn bi bandor heye.

Li aliyê din rêxistinbûyî, perwerde divê li her derê hîn bêhtir bê meşandin. Ev ezeztî divê karibe bê derbaskirin. PKK'ê heta dawiyê derî lê vekir. Têkoşînan çekdarî sekinand. Ji bo siyaseta demokratîk bi rê ve biçe. Wê demê siyaseta demokratîk divê bi xumxumî biherike. Hem ji aliyê têkoşînê ve hem jî ji aliyê rêxistiniyê ve... Divê xwe bigihîne her deverê. Li Tirkiyeyê divê cihek nemîne ku neçû be. Rastiyê divê bigihîne hemû mirovahiyê. Axaftina li pêşiya çaepmeniyê û bilêvkirina çend gotinan têrê nake. Dibe ku mirov lê guhdarî nake. Pratîk divê.

Dibêjin, 'Çi guherî, divê em çi bikin?'... Divê mirov ji vê ezeztiyê, ji jiyana madî hinekî xwe dûr bixînin, xwe biguherînin. Divê mirov xwe bide kar. Bibe cihê baweriyê, civakîbûna rasteqîn, komunalbûyîn divê. Bi şev û roj di vî warî de divê hewl bê dayin. Ev yek mirovan perwerde dike.

Lê nabe, vaye desthilatdarî bi her awayî zextê dike. Li hemberî vê yekê berxwedan kêm e. Li Kurdistanê darek nehiştin. Daristanê, xwezayê talan dikin. Tenê car carna di çapemeniyê de tê weşandin. Çend roj berê li Amedê tevgera ekolojiyê ava bû. Me şopand, em silav dikin. Gelekî baş e, lê belê ava bû û qediya. Ev tevgera ekolojî li dora maseyê, li bajarekî nabe. Divê li her derê be, li çiyê be, li bexçe be, li deştê be, li gund be, li taxê be... li her devera jiyanê be. Niha li ber çavan xweza tê talankirin, wêrankirin, tinekirin.

Li hemberî vê yekê berxwedanek heye lê gelekî lawaz e, parçebûyî ye. Divê hîn bi bandor be. Divê qiyametê rake.

Ketina ewqasî li nava bajêr rast îne. Bi taybetî yên ku ji Botanê, ji Zagrosan, ji gundên Kurdistanê çûne bajaran, belê cih diguherînin, hîn dibin. Li gorî pêwîstiyên dema derbasbûyî bû. Lê belê niha careke din rewşê binirxînin, wê baş bibe. Pêşniyar dikim. Tiştekî welê ferzkirinê nîne. Li van bajaran nikarin tiştekî bi dest bixin. Eger pêkan be dikarin pêk bînin, dikarin vegerin gundê xwe, vegerin warê xwe. Bila xwedî li çiya, deşt, av, dewlemendiyên ser û binê erdê û darên xwe derkevin. Jiyan bi wan heye. Civak bi wan re dibe.

Naxwe li wan bajaran bi jiyana dûrî her tiştî nikarin tiştekî bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de pêwîstî bi nirxandineke guncaw heye. Eger bi vî rengî bibe, gelek tişt heye ku têkoşîn di oxira wê de bê kirin, gelek çalakî dikarin bêne kirin...

Jin, ciwan dikarin pêşengiyê ji vê re bikin. Divê bikin. Bila her kes binirxîne. Weke pêşniyarekê pêşkêş dikim. Bila ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, li şûna ku li bajaran bi wî rengî bimînin... bila li bejahiyê weke civakeke azad hilberînin, bi rengekî bedew bijîn. Jiyan li wir e. Û bila xwedî lê derkevin.

Bi vî rengî bi rastî jî dilê mirovan parçe dibe. Hovane, namerdî... mirovên xayin hewl didin mirovahiyê tine bikin. Sibe wê avhewa biguhere, av wê nemîne, baran nemîne, jiyan nemîne. Dixwazin Kurdistana bedew bikin çol. Parçeyên xakê ku di pirtûkên pîroz de jê re 'bihuşt' tê gotin... Divê mirov xwedî li van derkevin. Welatparêzî ev e, azadîparêzî ev e, siyaseta demokratîk ev e. Ji ber vê yekê divê plansaziyeke hîn baş bê kirin, rast bê fêhmkirin û li şûna ku bibêje 'filan kesî ev nekir, bêvan kesî ew nekir' divê mirov bibêje, 'Ez bi xwe dikarim çi bikim'. Yanî her kes divê biryar û planên nû bikin, bibin yek, bi rêxistin bikin û têkoşîna pir alî bimeşînin. Min xwest weke bangekê li vir bînim ziman.

ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ

Şerê Îsraîl-Îranê şerekî welê ye ku li ber çavan bû û bi rengekî eşkere hat. Xeterî her tim hebû ku rewş bigihêje vê astê. Bêguman pêwendiya vê yekê bi avabûna modernîteya kapîtalîst a 100 salî re heye. Pêwendiya xwe bi Şerê Cîhanê yê 3'yemîn re heye ku di salên 1990-1991'ê de bi şerê Kendavê re kete rojevê. Bi esasî yek ji encamên herî metirsîdar ê wê pêvajoyê ye ku 7'ê Cotmeha 2023'an de bi şerê Xezeyê destpê kir. Bêguman hemû encam nîne. Me wê wextê jî ev yek nirxand; çima dibe, çi dibe? Me piştre got, wê bê Lubnanê, bê Sûriyeyê, piştî ku hat Sûriyeyê bû du beş; aliyekî xwe Îran, aliyê din jî Tirkiye bû. Kîjan wê destpêkê biketa rojevê? Niha hate dîtin ku Îran kete rojevê. Ev şer diviyabû bibûya, mecbûrî bû? Me dinirxand, lê belê em di heman demê de difikirîn ku divê nebe. Piştre me dît ku em her kesî weke xwe dinirxînin. Li gorî mejiyê me, li gorî feraseta me ev yek kuştina mirovan e. Bi ti awayî cihê xwe di nava jiyanê de nîne. Lê belê ev mejî û siyaseta desthilatdarî û dewletê, rastiya netewe dewletê felaketên dûrî ji aqil dixe rojevê. Me ev yek dît. Sîstema modernîteya kapîtalîst, Îsraîlê gef dixwarin, lê belê Îran qadeke xetere bû. Me digot, dibe ku ewqasî rîskê nedin ber çavên xwe. Lê belê gelekî zêde rîsk da ber çavên xwe. Ev şer wê heta ku derê belav bibe, encama wê, wê çi be ne diyar e. Dibe ku nepêkan be ku her tişt bi hêsanî bê kirin. Dibe ku mirov her tiştî nikaribe bi dilê xwe bike. Dibe ku Îran bibe çavkaniya parçebûneke nû, çavkaniya şerekî li her deverê. Yanî dikare belav bibe ev şer. Rewşeke ku rê dide vê yekê heye. Vê sîstema modernîteya kapîtalîst ewqas rîsk çima da ber çavên xwe. Mêtingerî, serwerî ewqasî heye? Vaye rêya enerjiyê, hîn bêhtir mêtingerî, belavkirina sermayeyê hîn bêhtir. Çekên heyî, çekên komî ser hev kiriye bi kar tîne, diceribîne û ji bo yên nû çêbike derfetan diafirîne. Yanî bi vî rengî wê şîrketên çekan qezenç bikin, sermayedarên bazirganiyê wê qezenç bikin, şîrketên înşaetê wê qezenç bikin. Îsraîl hildiweşe, Îran hildiweşe. Sibe li cihê hilweşiyayî; ji Ûkraynayê heta Xezeyê û deverên din dibêjin, werin em ji nû ve çêbikin. Çêbike, careke din xera bike, careke din çêbike. Sîstemeke welê li ser kar e ku xizmetê ji mirovan re nake, lê xizmetê ji qezençkirina hinekan re dike. Bazirgan vê dikin. Li aliyê din me digot, rêveberiya Îranê dikare basîretê nîşan bide. Di mijara Lubnan û Sûriyeyê de me gotibû ku basîreteke têrker nîşan nedaye. Em li ser wan nirxandinên xwe disekinin. Me digot, li wan deran nekarîn bi kar bînin, nedîtin, xwe nepixandin û hwd. Lê belê rastî hinekî din baştir dîtin, dikarin hîn bi basîret tevbigerin. Ji ber ku dema bû sedema şerê bi vî rengî, Alî Xamaney ji bo Saddam Huseyîn heman gotin bi kar anî bû. Gotibû, zilamê bê basîret. Nikare gelê xwe bi rê ve bibe. Yekî ku ji bo kesekî ev got, çima ew bi xwe helwesteke cuda nîşan dide, çima ev rewş derbas nekir. Di wir de jî heman mejî heye: ez, berjewendî, desthilatdarî. Di nava 35 salên ji şerê Kendavê û vir ve neteweperestî, neteweperestiya dewletê ya Baas, Nasir têk çû, eciqî. Nekarî basîretê nîşan bide. Heta berxwedana Fîlîstînê bi wî rengî bû. Bi El Qaîdeyê, Exwanî Mislimî, DAÎŞ'ê olperestî parçe parçe bû, eciqî. Nekarî tiştekî bike û di ser re di çarçoveya berjewendiyên sîstemê de hate bikaranîn. Şêweyê Şîa yê neteweperestî, olperestiyê dikarîbû ders ji van werbigirta, em bi wî rengî difikirîn. Ew jî di heman aqûbetê de ye. Diyar e ev mejiyê netewe dewletê, mejiyê desthilatdariyê li her derê weke hev e. Ev hêza desthilatdarî û dewletê tê wateya şer. Rast nîne ku ev yek tenê bi kesayetiya Netanyahu û Xamaney bê vegotin. Ew nûnerê sîstem, mejî û siyasetekê ne. Divê ev sîstem baş bê dîtin. Divê ew siyaset û mejî baş bê nirxandin. Ev dibin sedema encameke ewçend giran ji mirovahiyê re. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê, niha hîn girantir bûye. Zerara wê digihêje gelan. Diyar e ku wê hîn bêhtir bê dîtin. Ji bo wan wê encam çi be. Ya ku tê dîtin ev e; sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî Îsraîlê weke hêza lêdanê bi kar tîne, avaniya siyasî ya ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re ava bû diguherîne di çarçoveya berjewendiyên sermayeya di ser neteweyan re, di çarçoveya pêwîstiyên rêya enerjiyê de ku hewl didin ava bikin, ku ev yek hegemona Îsraîlê îfade dike. Ji bo pêkanîna vê wê bi her cûreyî êrîşan bikin. Îsraîl bi tena serê xwe nîne, li pişt Îsraîlê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) heye, bi hev re dikin, NATO heye, Îngilistan heye. DYE, Îngilistan û Îsraîl bi hev re sîstemê bi rê ve dibin. Lê belê Elmanya, Fransa, hemû Ewropa jî li pişt vê ne. Ji xwe piştgiriya xwe jî eşkere kirin. Ji vir tê fêhmkirin ku her kesên naxwazin teslîmî wan bibin tine bikin. Teslîmiyet li ser rêveberiya heyî ya Îranê ferz kirin, dibêjin red kiriye. Îzaha rêveberiya Îranê bi wî rengî ye. Diviyabû pêvajo negihandibûya asta ferzkirina teslîmiyetê. Piştî ku hat wê derê, nabe bibêje 'ev yek li ser min tê ferzkirin, ez çi bikim'. Tu yê di dema xwe de bidîta, di dema xwe de tu yê polîtîka biafiranda, tedbîr werbigirta. Te yê ev zemîn ji holê rakiribûya. Rê ya vê çi bû? Te yê mejî û siyaseteke welê li Îranê serwer bikira ku rê û zemîn nedabûya destwerdaneke bi vî rengî. Di bingeha dîrokî ya Îranê de ev hebû. Qadeke li demokrasiyê vekirî ye, qadeke navendî ye ku fikrên azadiyê lê bi pêş ketin. Civakîbûna xwe gelekî xurt e. Te yê bikira ku bêhn bihata ber gelan. Ji jinan heta bi her kesî; zext li her kesî kir. Vaye ew zextên ku te dikir bû êrîş û li te vegeriya. Piştre jî tu yê bikeve rewşa 'ez çi bikim'. Yanî çare hebû, ne ku tine bû. Dikarîbû hinekî guhertin û veguhertina demokratîk bikira. Jinan berî 2 salan serî hildan, gotin 'Jin, Jiyan, Azadî'. Ciwanan piştgirî dan, civakan piştgirî dan. Dixwestin hinekî bi rehetî bijiyan. Min wê demê jî got, hûn çi dixwazin, porê xwe kirine melkis, li desthilatdariya we dixebitin, bila hinekî azad bijîn. Ma qet mafê xwe tine ye? Lê belê bi rengekî gelekî hişk tevdigeriyan, ku encama vê jî rewşa niha ye. Olperestî, neteweperestî, zayendîperestî û zanistiya pozîtîf encamên ku li Rojhilata Navîn afirandine bi vî rengî ne. Halbûkî Kurdan hewl dan, gelên din hewl dan, daxwaz kirin. Yanî rêya çareseriyê hebû. Rêber Apo rêyên çareseriyê afirand, demokratîkbûn, neteweya demokratîk. Belê bila Îslam be lê demokratîk be. Heta Peymana Medîneyê Rêber Apo weke belgeyên bêne nirxandin destnîşan kir. Û ji bo demokratîkbûnê bang kir. Lê belê guh nedan ti ji wan, serweriyeke hişk hate ferzkirin. Belê, Îran niha li cîhanê rast hat, hate hemberî cîhanê. Diyar e ku sîstem bi biryar e, wê vê rejîmê biguherîne. Rêyeke din nema. Dikarîbû ev asteng bikira, diviyabû asteng bikira.

Li aliyê din Îsraîl dibêje, bi eciqandina dijberê xwe re ez ê ewlekariya xwe pêk bînim. Rêveberiya Îranê jî digot, bi eciqandina gelan ez ewlekariya xwe pêk tînim. Mejî heman mejî bû. Halbûkî ewlekarî bi wî rengî nabe. Ewlekarî bi hev re ye, bi tena serê xwe nîne. Eger civaka Yahûdî wê bi rengekî azad bijî, derdora xwe eger azad be, gelên Rojhilata Navîn azad bin, bi wan re di nava yekîtiya demokratîk de dikarin azad bijîn. Naxwe bi zext û kolekirina hemû gelan, tu azad nabe. Di pêşvebirina îdeolojiya sosyalîzmê de Yahûdî bi bandor bûn. Gotin, civaka ku civakeke din bieciqîne nikare azad bibe. Belê, niha wê encameke leşkerî bi dest bixe, xuya ye wê bi rêya enerjiyê encamekê werbigire lê belê ev wê nebe azadiya civaka Yahûdî, nebe azadiya Îsraîlê. Em dubare dikin, ewlekarî di feraseta neteweya demokratîk de ye, di yekîtiya Rojhilata Navîn de ye. Pêşniyara çareseriyê ya ku Rêber Apo pêşkêş kir, yekane pêşniyar e ku dikare jiyana demokratîk û azad pêk bîne.

GELÊ ROJHILAT

Gelê Kurd di vê mijarê de bû ew gel ku herî zêde bi berpirsyarî rabû. Berê zext hate kirin, li ber xwe da. Dema dawî jî got, eger hûn zextê bikin em ê li ber xwe bidin. Di heman demê de ji bo guhertina zextê, ji bo pêkanîna demokratîkbûnê zemîn timî guncaw kir. Nîşan da ku ew alîgirê tundî û lêdanê nîne. Sekna civaka Kurd a li Rojhilat sekneke baş e. Yanî ne ji jiyana azad cudatir tiştek qebûl kir, di jiyana azad û bidestxistina mafên xwe yên demokratîk de israr kir, dema ku pêwîstî pê hebû bi berxwedanê helwesta xwe nîşan da, lê ji bo ev yek bi rêyên demokratîk û siyasetê pêk were gelekî hewl da. Niha jî helwesta rast ev e. Di vê çarçoveyê de dikarim vê bibêjim; banga me li hemû tevgerên Kurd bi vî rengî ye: Ev rewş rewşeke nû ye. Bûyerên li Îranê ji bo Rojhilatê Kurdistanê, ji bo tevahiya Kurdistanê rewşeke nû ye. Ji berê ve tevgera me, Rêber Apo timî banga yekîtiya neteweyî kirin. Got, em vê yekê di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de pêk bînin. Niha tam ew dem e ku ji bo vê kongreyê kar bê kirin û li dora vê kongreyê yekîtiya neteweyî bê avakirin. Eger em niha nikaribin vê bikin, em ê kengî bikin? Lewma divê hemû rêxistinên Kurd, hemû welatparêz di çarçoveya pîvanên welatparêziyê de siyaseteke bi vî rengî bimeşînin. Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê divê hewl bê dayin. Tiştên şexsî, rêxistinî divê dînin aliyekî, her kes tevkariyê lê bike. Li aliyê din bi taybetî sazî, rêxistin û partiyên li Rojhilatê Kurdistanê divê bibin yek, bi yek dengî tevbigerin, ev dem ew dem e. Divê karibin vê bikin. Bi vê daxwazê bang hene. PJAK'ê daxuyanî da, bang kir. Em wê bangê rast û bi wate dibînin. Mînak, hemû rêxistinên Kurd, hemû welatparêz divê di heman helwestê de bin. Eger niha bibin yek wê bi rengekî mezin qezenç bikin. Di xeta jiyana azad û siyaseta demokratîk de bila Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ava bikin, di vê atmosfera şer de wê herî zêde ew qezenç bikin. Ev teqez e, banga me ye, li hemû partiyan e. Em vê bangê li hemû partiyên xwe welatparêz dibînin, dikin. Tam dema tevgera bi hev re, dema yekîtiyê ye.

Ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê jî vê yekê bibêjim. Bêguman rewşeke xetere ye. Ne diyar e bê wê çi biqewime, divê gelekî baldar be, bi rêxistin be, amade be. Civak divê ewlekarî û parastina xwe bike. Divê piştevanî, jiyana bi hev re xurt bike. Lê belê heta jê tê divê nêzî rewşeke şer nebe, divê bi baldarî tevbigere. Ji xeta neteweya demokratîk divê ti carî xwe dûr nexîne. Divê yekîtiya xwe ya gel ava bike, rêxistiniya xwe bi hemû gelên Îranî li ser bingeha avakirina rêveberiya demokratîk a hevpar di nava têkilî û tifaqê de bin. Yekîtiya Îranê ya Demokratîk gelekî girîng e. Gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi 'Jin, Jiyan, Azadî' pêşengî kir ji serhildaneke girîng re. Dikare ji pêvajoyeke bi vî rengî ya yekîtiya demokratîk re jî pêşengiyê bike, ji xwe bawer bike. Nekeve nava şerê ne di cih de, lê belê tedbîrên xwe yên ewlekariyê timî werbigire. Her wiha divê zanibe û pê piştrast be ku Kurdên li çar parçeyan û derveyî welat li pişta wan e. Piştgiriya wan bi gelê Kurd ê Rojhilat re ye. Heta dawiyê wê piştgiriyê bide. Divê ji gelê Kurd, ji hêzên wê yên demokratîk û azadiyê bawer bike.

BANDORA LI TIRKIYEYÊ

Têkildarî bandora şerê Îsraîlê ya li ser Tirkiyeyê Devlet Bahçelî axivî. Qet ne pêwîst e em bibêjin. Min beriya niha jî got, bandora gotinên Devlet Bahçelî kêm bûye.

Ya rast piştî gotinên Devlet Bahçelî li bendê bûm ku ji du tiştak yek bibe. Yek, eger bi vî rengî be hingî helwesta rast çi ye, divê bi lez berê xwe bide wê yekê. Diviya bû bi lez berê xwe bida têkoşîna demokratîkbûnê, Tirkiye bikira qadeke demokratîk, berê xwe bida çareseriya pirsgirêka Kurd ku zemînê nede destwerdaneke ji derve ya li Tirkiyeyê bê kirin. Yên ku ev nekirin diviyabû biketibûna nava panîkê. Diviyabû biketibûna nava tirs û fikaran. Tê çi wateyê? Dibêjin; Ev êrîş di heman demê de li me tê kirin. Em têne dorpêçkirin. Ji Rojhilat jî, vaye ji rojava ji deryayê ji xwe hatine dorpêçkirin. Yanî di ser Qibrisê re heta bi Yewnanistanê rê vedikin.

Ji başûr li Sûriyeyê, di ser Lubnanê re hatin dorpêçkirin. Niha jî di ser Îranê re em têne dorpêçkirin. Eger bi rastî jî qala vê bikirana wê biketibûna nava tirs û fikareke mezin. Diviyabû înfial rû bida, eger helwesta rast nayê nîşandan. Ew nebû, ew jî nebû.

Devlet Bahçelî got. Li du deveran bû rojev. Piştre jî winda bû. Nekirin rojev, nîqaş nekirin. Polîtîkayek di vê çarçoveyê de neafirandin. Lê belê Devlet Bahçelî rastiyek anî ziman. Em vê yekê bi eşkere bibêjin. Dema ku em dibêjin, hingî dibêjin 'gefê dixwin'. Rêber Apo digot. Digotin 'Tu gefê li me dixwe?' Desthilatdariya heyî, nizanim ew derdora neteweperest bi vî rengî fêhm dikir. Em nabêjin. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dibêje. yanî çi fêhm dikin, çawa fêhm dikin, bila bi wî rengî fêhm bikin.

Belê, ya ku dibêjin rast e. Tirkiye tê dorpêçkirin. Dor hatibû Îran û Tirkiyeyê. Niha Îran kirin hedef. Piştre wê dor bê Tirkiyeyê. Êrîşa li hemeberî Îranê bêguman bi vî rengî êrîşa li hemberî Tirkiyeyê ye.

Divê Tirkiye bi vê rastiyê zanibe: Êrîşên heyî, her wiha êrîşên ji Şerê Kendavê yê 1991'ê û vir ve li Rojhilata Navîn têne kirin hem û ji bo vê ne: Dixwazin hemû avaniyên siyasî yên li Rojhilata Navîn xwe spartin Yekîtiya Sowyetan û Şoreşa Rûs a Cotmehê ya 1917'an tasfiye bikin.

Dikare bê gotin, baş e Îsraîl jî hingî ava bû. Di sala 1948'an de ava bû. Lê belê, di wê hevsengiyê de ava bû, lê bi armanceke cuda ava bû. Niha bi wê rol dide lîstin. Weke sîstemekê rolê dide lîstin. Em bala xwe bidin ser. Min beriya niha jî got, dubare dibe lê hêjaye bê gotin: Neteweperestiya Ereb, Nasirperestî, Baasperestî, Kaddafî her cûre neteweperestî di vê pêvajoyê de neteweperestiyên netewe dewletê hemû tasfiye ikrin. Hemû olperestên li ser bingeha El Qaîde, DAÎŞ, Îxwani Muslimîn û Kembera Kesk hatin birêxistinkirin, tasfiye kirin. her tiştên li ser bingeha Şîra Îranê, neteweperestiya Fars û olperestiya Şîa ava bûn, heta bi Lubnanê tasfiye dikin. Bi wî rengî dikin ku kevir li ser kevir nehêlin. Em bala xwe bidin ser rewşa Saddam Huseyîn. Li rewşa rêveberiya Hafiz Esad, Esad binihêrin. Em li bûyerên li welatên din binihêrin. Şopê jî nahêlin. Êrîşeke ewqasî mezin heye.

Dewleta Komara Tirkiyeyê pêşengî ji van hemûyan re kir. Bi gotina 'Em pêşeng in' pesnê xwe didan. Di nava vê hevsengiya cîhanê de dewleta yekemîn a li Rojhilata Navîn hate avakirin Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Xwe spart şoreşa gel û şer kir. Li hemberî Îngiliz, Fransa û Yewnan, li hemberî Yekîtiya Sowyetan têkoşiya û li ser bingeha têkoşînê bi Îngilistan û Fransayê re li hev kir û bû dewlet. Komar bi vî rengî ava bû. Îngilistan û Fransayê komar çima qebûl kirin? Bi şertê ku li dijî Yekîtiya Sowyetan şer bike. Û Tirkiyeyê ev yek qebûl kir, dewlet ava bû. Piştre jî hemû armanca xwe 1- Têkoşîna li dijî Yekîtiya Sowyetan, 2- Pêşengiyê ji pêşketina netewe dewletan li Rojhilata Navîn bike. Ê Yekîtiya Sowyetan tiine bû. Hêzek li wir nema ku li hemberî wê têbikoşe. Avaniyên netewe dewletê yên bi pêşengiya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn ava bûn hatin tasfiyekirin. Tasfiye dikin. Ya ku herî dawî Şahitî bi dawî kir şoreş bû, rêveberiay Îslamî ava bû; ya ku bi serê wê de hat jî ev e. Lewma avabûna li Tirkiyeyê jî ne li derveyî vê ye. Nexşeya ku bû sedema Şerê Cîhanê yê Yekemîn, planên avakarên vê sîstemê cuda bû.

Lê belê Tirkiyeyê pêşketineke cuda pêk anî, xwe spart hebûna Yekîtiya Sowyetan, bi hêzên din re têkoşiya û bi wan re li hev kir. Niha jî ti sedem nema ye ku ew peyman dewam bike. Êdî pêwîstiya wan pê nîne. Lewma sekna heyî ya Tirkiyeyê wê qebûl nekin. Wê hîn bêhtir zextê lê bikin, bixin bin mêtingeriya xwe. Belê, kete nava NATO'yê, Tirkiye pêşkêşî mêtingeriya vê sîstemê hate kirin, ev têra wan nake. Dixwazin hîn bêhtir talan bikin. Dixwazin hîn bêhtir serweriya xwe ferz bikin. Yanî wê rêveberî û sîstema heyî nikaribe li hemberî vê li ber xwe bide.

Rêya rizgariyê çi ye? Rizgarî demokratîkbûn e. Rabûna vê metirsiyê, rakirina zemîna van êrîşan e, ev yek jî bi avakirina avaniyeke demokratîk a Tirkiyeyê dibe. Di bingeha vê de jî azadiya Kurdan heye. Azadiya Elewiyan, jinan heye... Divê bi rastî jî Tirkiye bibe welatekî azadiyê. Bi vî rengî bibe, hingî wê sax bimîne.

Wê bibe hêz. Wê li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji pêşketinên cuda re bike. Wê ti zemîn nemîne ku ji derve ve destwerdan lê bê kirin. Rêyeke din nîne. Eger vê neke -me timî got- eşkere dibe ku ku ev yek li Îranê jî tê ferzkirin. Ya wê teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe yan jî wê li hemberî wê şer bike. Rêyeke sêyemîn nîne. Eger ev herdu rê nayê xwestin, hingî yekane rêya Tirkiyeyê demokratîkbûn e; li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ji ber vê yekê çareseriyên ku Rêber Apo pêşniyar kirin yekane rêya rizgariyê ye. Rêber Apo di nava van şert û mercan de yekane şensê rizgariyê yê Tirkiyeyê ye. Dema ku em van dibêjin, hinek dibêje, 'Bi xwe maf dixwazin, Kurd her tim xwe mezin dikin', yan jî 'Ji bo Rêber Apo dixwazin, ma mirov dadixîne asta derxistina mirovekî ji girtîgehê?' Çi eleqeya xwe pê heye. Gotinên bi vî rengî gotinên beradayî ne. Gotinên cahilan e ku ji tiştekî fêhm nakin.

Hinek radibin hin gotinên Rêber Apo yê li Îmraliyê dîlgirtî ye, rexne dikin. Rexneya çi? Hemû ji xwe 50 sal in dijminên sondxwarî yên Apo ne. Niha jî dema di çarçoveya fikrê Rêber Apo de li Tirkiyeyê pêşketin bibe, wê maskeya wan bikeve. Wê eşkere bibe bê kê heta niha çi kiriye. Lewma ditirsin û hewl didin înîsiyatîfa Rêber Apo reş bikin. Ev yek kampanyayeke reşkirinê ye. Bi rastî jî ti eleqeya xwe pê re nîne.

ŞEHÎDÊN MEHA HEZÎRANÊ Û ZÎLAN

Meha Hezîranê meha fedaîtiyê ye. Em zanin ku hevala Zîlan dema çalakî kir, hîn nû tevlî partiyê bûbû. Di demeke ewqasî kurt de çawa karîbû mîrateyeke bi vî rengî biafirîne? Îro her wiha salvegera şehadeta hevala Sema ye. Ev meh meha şehadeta hevala Zîlan, hevalê Ûlaş e. Hevala Raperîn jî bi bîr tînim.

Di şexsê hevrê Zîlan û Sema de hemû şehîdên meha Hezîranê bi hezkirin û minet bi bîr tînim. Roja fedaîtiyê ya gelê me pîroz dikim. Şer, berxwedan li ser xeta fedaîtî û lehengiyê hate meşandin. Niha jî berxwedana aştiyê, têkoşîna siyaseta demokratîk jî eger li ser xeta fedaîtiyê bê meşandin wê serketî be. Xet heman et e. Rêbaz guherî, ewqas.

Lewma ev şehîdên me hem vê pêvajoya guherîn, veguherîn û jinûve avabûnê ronî dikin, hem jî nîşan dan ku divê li ser xeteke çawa têkoşîn bê meşandin. Bi rengekî şênber nîşanî me didin. Divê em vê rastiyê baş bibînin. Li ser vê bingehê divê gelê me xwedî li nirxên xwe derkeve. Xwedî li şehîdên xwe derkeve. Hewl bide wan rast fêhm bike. Şehîdên meha Hezîranê jî bi vî rengî rê nîşan dan. Em çiqasî wan rast fêhm bikin, em ê ewqasî jî xeta Apoyî bipejirînin. Em ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rêbazên rast û bi bandor bimeşînin. Di her şert û mercî de em ê bi ser bikevin. Lewma xeta şehîdên me ew xet e ku her tim rê nîşanî me dide û me bi ser dixîne.

Li ser vê bingehê di şexsê hevrê Zîlan de şehîdên meha Hezîrane hemûyan, hemû şehîdên me careke din bi bîr tînim, roja fedaîtiyê ya gelê me pîroz dikim; bang li gelê me dikim ku xwedî li nirxên azadiyê yên şehîdan derkevin, wan bi pêş ve bibin."