Li Iraq û Sûriyeyê mehekê 55 caran êrîş li hêzên DYE'yê hate kirin

Pentagonê ragihand ku li Iraq û Sûriyeyê di nava mehekê de 55 caran êrîş li hêzên DYE'yê hate kirin. Hate ragihandin ku di van êrîşan de bi dehan leşker bi sivikî birîndar bûne.

Bi şerê navbera Îsraîl û Hamasê re êrîşên li ser leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî zêde bûn.

Alîkara berdevkê Pentagonê Sabrîna Sîngh got, "Ji 17'ê Cotmehê û vir ve 55 êrîş li ser hêzên Emerîkî hatin kirin."

Hate ragihandin ku ji van êrîşan 27 li Iraqê, 28 jî li Sûriyeyê li hemberî yekîneyên Emerîkî hatin kirin û di encamê de 59 leşkerên Emerîkî bi sivikî birîndar bûn.

Washîngton ku piştevanê sereke yê Îsraîlê ye, Tehranê sûcdar dike ku tevlî êrîşên wekaletê bûye. Her wiha li Sûriyeyê li hemberî deverên pêwendiya xwe bi Îranê re hene, sê caran êriş kir û bersiv da.