Li Hindistanê qezaya trenê: 7 kes mirin, 39 kes birîndar bûn

Li rojhilatê Hindistanê li eyaleta Bengal a Rojava treneke rêwiyan li treneke bar ket. Di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 39 kes jî birîndar bûn.

Li Phansidewa ya li herêma Darjeelingê ya li Eyaleta Bengal a Rojava, trena Kachenjunga Express û treneke bar li hev ketin. Qeza bû sedema trajediyeke mezin. Tîmên rizgarkirinê ji nava vagonên tewiyayî cesed derxistin.

Rayedarekî polîsan Îftîkar Ûl Hassan diyar kir ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 39 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê neteweperest Narendra Modî li ser medya civakî daxuyaniyek da û qeza weke trajediyekê pênase kir. Sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane xwest. Modî ragihand ku operasyonên rizgarkirinê dewam dike.

Hindistan tevî ku xwedî rêyên hesinî yên herî berfireh ên cîhanê ye, gelek caran qezayên trenê yên giran lê rû dan.

Qezaya herî giran a trenê di 6'ê Hezîrana 1981'ê li eyaleta Biharê qewimî ku 7 vagonên trenê ji pirekê wergeriya nava çemê Bagmatî. Di encamê de ji 800 heta hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Par meha Hezîranê jî li eyaleta Odîshayê sê tren li hev ketin û di encamê de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan.