Li Hindistanê qeza: 18 karker di xew de hatin kuştin

Li bakurê Hindistanê, ji ber qezayekê 18 karkerî jiyana xwe ji dest dan.

Drama karkeran li eyaleta Ûttar Pradeşê qewimî. Li gorî daxuyaniya polîsên xwecihî, karkerên ku peymana wan a kar qediya vedigeriyan malên xwe yên li eyaleta Biharê.

Lê belê otobusa du qatî ya ku karker tê de bûn di rê de xera bû. Li ser vê yekê karker jê peya bûn û li qiraxa rê bi xew ve çûn.

Di vê demê de qemyonek ji pişt ve li otobusê xist. Hin ji karker di nava otobusê de asê man û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarên polîsan 18 karker mirin, 19 jî birîndar bûn. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.

Rêyên Hindistanê bi neçê û metirsîdariyê tê naskirin. Ji bo sedema qezayê jî bi giranî qala leza zêde ya weayitan tê kirin. Her wiha tê ragihandin ku bi giranî mirov ji ber kemberê girê nadin an jî kask danîne serê xwe, di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên fermî her sal derdora 150 hezar kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Sala 2019'an derdora 500 hezar qeza rû dan, zêdeyî 150 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.