Li Hindistanê qeşayeke mezin kete çem: 3 mirî 150 winda
Li bakurê Hindistanê ji ber ku parçeyekî qeşayê yê mezin kete çem, lehî rabû. Di vê karesatê de herî kêm 3 kes mirin û 150 kes jî winda bûn.
Li bakurê Hindistanê ji ber ku parçeyekî qeşayê yê mezin kete çem, lehî rabû. Di vê karesatê de herî kêm 3 kes mirin û 150 kes jî winda bûn.
Berdevkê polîsên eyaleta Uttarakhandê daxuyanî da û got “Di çem de herî kêm 3 cenaze hatin dîtin. Li gorî bîlançoya pêşîn 150 kes winda bûne. 16-17 kes jî di tunelekê de asê mane.”
Li gorî rayedaran parçeyekî qeşayê şikestiye û ketiye çemê Dhaûlîganayê. Av ji nişka ve rabûye, bendav, pir û rê daye ber xwe.
Hate diyarkirin piraniya kesên winda xebatkarên santrala elektrîkê ya Tapovanê ye.
Gelek gundên nêzî çemê Ganjê jî hatin valakirin.