Li Hindistanê ji bo Zîrveya G20 malên nîştecihên taxê tên hilweşandin

Li Hindistanê, hikûmeta federal ji bo malovaniya Zîrveya G20, li taxeke ya paytext New Delhi dest bi operasyoneke mezin a hilweşandinê kir.

Ji ber nêzbûna rûniştina Zîrveya G20, xaniyên bi sedan malbatên li Taxa Mehraûlî dijîn, tên xirakirin.

Di rojên dawî de bi sedan malbat ji xaniyên xwe hatin derxistin. 

Li gorî medyaya herêmî, hin malbat diyar kirin ku ew sê nifş in li vê taxê dijîn. Hat diyarkirin ku ji bo malbatên ku ji aliyê hikûmetê ve ji xaniyên xwe hatine derxistin, cihên starbûnê nehatin peyda kirin. 

Ajansa Pêşvebirinê ya Dehlî ku ji aliyê hikûmetê ve tê rêvebirin, tê îdiakirin ku erdê navborî ya hikûmetê ye. Şeniyên taxa Mehraûlî der barê mijarê serî li darazê dan. Di encama serlêdanê de heta roja Pênçşemê hilweşandina hin avahiyan hat rawestandin. 

Hat diyarkirin ku bi dehan avahî bi makîneyên kar hatine hilweşîn. Li dewsa avahiyên hatine hilweşandin wê ji bo Zîrveya G20 park were çêkirin.