Li Hîndistanê ji ber zewicandina zarokên keç zêdetirî 2 hezar kes hatin girtin

Li eyaleta Assam ya Hîndistanê li dijî kesên ku zarokên keç bi zorê didin zewicandin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin operasyon hate destpêkirin. Di oprerasyonê de zêdetirî 2 hezar kes hate girtin.

Li Bakur û Rojhilatê eyaleta Assamê ya girêdayî Hîndistanê kesên zarokên keç bi darê zorê dizewicînin an jî bi darê zorê bi zarokên keç re dizewicin oprerasyonek berfireh hate destpêkirin. Hat diyarkirin ku di operasyona du hefte hatibû plankirin û duh destpê kir de 2 hezar û 44 kes hatiye girtin.

Serokê eyaleta Assamê Himanta Biswa Sarma ji bo piştgirî bidin operasyonê bang li gel kir. Himanta Biswa Sarma da diyar kirin ku li eyaletê zêdetirî 4 hezar zarokên keç di temenekî pir bûçûk de hatine zewicandin û ji heşt jinan yekî di bi 18 saliya xwe de neçar mane zarok bînin dinê û ev jî mirina dayik û pitikan zêde dike.

52 RAHÎP JÎ HATIN GIRTIN

Mudurê Emniyeta Eyaletê GP Singh destnîşan kir ku, di roja yekem de 2 hezar û 44 kes hatiye girtin. Singh ragihand ku, di nav girtiyan de 52 rahîp, karbidestên herêmî yên ku destûrê didin zewacê jî hene û teqez kir ku temenê keçên ku dizewicin daketiye 12 salî. Singh anî ziman ku, di destê wan de bi tevahî 4 hezar û 74 dozên ku têne lêkolîn kirin hene.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tê texmînkirin ku li Hîndistanê bi giştî hejmara zarokên ku bi darê zorê hatine zewicandin 220 milyon e.