Li Hindistanê ji ber rewşa xirab a hewayê 18 kes mirin

Li bakurê Hindistanê ji ber bahozê herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek ziyan jî çêbû.

Li eyaleta Ûttar Pradeş bi leza saetê 100 kîlometre bahoz rabû, stûnên ceyranê û diwar hilweşiyan, bi hezaran dar jî ji kokê  xwe rabûn. Li vê eyaletê ji ber hilweşîna dîwaran 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kesek li Yenî Delhiyê û kesên din jî li Chandîharh a li bakur ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan.

Ji serê meha Nîsanê ve li eyaleta Ûttar Pradeş ji ber rewşa xirab a hewayê herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên din ên welat zêdetirî 100 kesan jî bûn qurbaniyên bûyerên avhewayê.

Li Hindistanê di mehên Havînê de bê navber bahoz radibin û dibe sedemê gelek mirinan. Îsal ji salên din bêhtir mirov ji ber bahozê mirin. Tê payîn ku rojên pêş de bahozên nû rabin.