Li Hîndistanê îxbarên nerast ên bombeyî rê li ber panîkê vekir

Li Hîndistanê li hemberî gelek şîrketên hewayî bêhtirî 70 îxbarên nerast ên bombeyî hatin kirin. Îxbara bombeyî di nava rêwiyan de rê li ber panîkê vekir û bû sedem ku astengî çêbibin.

Li gor medyaya Hîndistanê, tevî îxbara bombeyî yên nerast jî, hemû balafir bi awayekî ewle daketine xwarê. Lê belê pêla gefan bû sedem ku çend balafir rêyên xwe biguherînin û balafirên şer li ser esmanên Brîtanya û Sîngapûrê re bi armanca ewlehiya balafiran ketine tevgerê.

Desthilatdariya Hîndistanê û rayedarên şîrketên hewayî yên sivîl diyar kirin ku ew ê tedbîrên xwe berfireh bikin.

Delhiya Nû, derbarê bê ka hefteya bihurî çend gef hatine xwarin daxuyanî neda, lê rojnameya Times of Indîa û qenala televîzyonê News18, ragihand ku ji 13'ê Cotmehê û vir ve nêzî 70 îxbarên nerast ku balafirên navneteweyî hedef digirin çêbûne. Tenê roja Şemiyê 30 îxbar çêbûne.

Tê diyar kirin ku ev îxbar dibin sedem ku şîrketên hewayî zirarek mezin bibînin. Tê ragihandin ku heta niha li Hîndistanê herî kêm kesek ê temen biçûk hatiye binçavkirin, lê gef didomin.

Wezîrê hewayê yê Sivîl ê Hîndistanê Ram Mohan Naîdû daxuyaniyek da û got, "Hemû berpirsyarên ku bûne sedema van astengiyan wê bên tespîtkirin û li gorî rê û rêzikan wê werin darizandin."