Li Hindistanê germa zêde

Li Hindistanê bi dehan milyon mirov ketine bin bandora germahiya zêde. Li paytext Delhî ya Nû di asta rekorê de hewa germ bûye.

Hindistan ku duyemîn welatê herî qelebalix ê cîhanê ye, ji sala 2010'an û vir ve zêdeyî 6 hezar û 500 kes ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane. Li gorî zanyaran ev rewş wê bi germahiya global re girantir bibe.

Li eyaletên Rajasthan, Haryana û Delhî ya Nû, çar roj in germahî di ser 40 pileyî re ye.

Germahiya zêde bandoreke giran li gelek herêmên li eyaleta Pencab, Uttar Pradeş û Madhya Pradeşê kiriye.

Roja Pêncşemê li Delhî ya Nû pileya germahiyê 43.1 pile bû. Ev pile ji sala 2012'an û vir ve di nava meha Tîrmehê de pileya herî bilind e.

Li gorî servîsê meteorolojiyê ji ber ku dema mûsonê dereng ket, germahî wê hefteya bê jî di ser 40 pileyî re be.

Sala 2015'an ji ber germahiyê zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Hindistanê ku nifûsa xwe 1.3 milyar e, dibe ku bi dehan milyon mirov ji ber germahiyê bêav bimînin.