Li Hindistanê baran: Nêzî 700 kes mirine

Li Hindistanê ji ber barana ji meha Hezîranê ve dibare û vir ve herî kêm 700 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li nûçeyên di çapemeniya Hindistanê de cih digire, ji ber sedama baranên mûson ên ji meha Hezîranê û vir ve dibare û û lêhiyê bûye sedemê mirina gelek mirovan. Hejmara kesên ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane gihişte 700 kesan.

Li eyaleta Gujarat a dikeve rojavayê welat 213 kes mirin, ji van cenazeyê 100 kes pişt sekinîna lêhiyê û paqijkirinê hatine dîtin. Rêveber ji zêdebûna qûrbaniyan a piştî rawestana lêhiyê bi metirsîdarin.

Li Hindistanê ji ber baranê nêzî 20 parêzgeh bi bandor bûn û bi milyonan kes neçar man ku malên xwe biterikînin.

Îro li eyaleta Odîsha a dikeve rojhilatê welat agahiya 21 kes ên di baxçeyan de kar dikir ji ber birûsk û baranê jiyana xwe ji dest dane.