Li Hindistanê barana Mûsonê: Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Hindistanê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Ji ber lehiyê û birûskê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê li Bangladeşê jî bandor li milyonan kesan kir.
Li Hindistanê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Ji ber lehiyê û birûskê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê li Bangladeşê jî bandor li milyonan kesan kir.
Li Hindistan û Bangladeşê her dem lehî radibin lê li gorî pisporan germa global zêdebûn û şîddeta van karesetan zêde dike.
Li gorî rayedaran li eyaleta Assamê ya ku li bakurê rojhilatê Hindistanê ye, sê kesan ji ber hezîna axê û şeş kesan jî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Berpirsê Rêveberiya Karesetan Renû Devî diyar kir ku li eyaleta Biharê jî ji ber bahoz û birûskê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li vê eyaletê 140 gund di bin avê de mane û herî kêm 100 hezar kesan xwe spartine cihên ewle. Di meha Nîsanê de jî li heman eyaletê lehî rabûbû û 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li eyaleta Meghalayê jî ji 17’ê Hezîranê û vir ve erd heziyaye û ji ber zêdebûna ava çeman, herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Bangladeşê jî lehî rabû û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane. Lehiyê bandor li milyonan kesan kir.
Têkiliya bi bajaroka Sylet a Bangladeşê qut bû. Ji roja Duşemê û vir ve av kêm dibe lê dîsa jî bi milyonan kes li cihê xwe asê mane.