Li Hindistanê 13 karker li madenê asê man

Li madeneke derqanûnî ya li bakurê rojhilat ê Hindistanê, av li kanê qewimî û ji ber vê yekê herî kêm 13 karker asê man.

Li eyaleta Meghalaya ku ji aliyê mîneralan ve dewlemend e, av li madeneke qaçax a li nêzî çem qewimî. Tê gotin ku tîmên alîkariya lezgîn dest bi derxistina avê ji kanê kirine.

Polîsên xwecihî diyar kirin, dema ku ev li kanê qewimiye herî kêm 13 karker di hundirê kanê de bûn.

Dadgeheke li Hindistanê, ji ber gilî û gazinên hawirdorparêzan, sala 2014'an madenên komirê yên li herêmê qedexe kiribû, ji ber ku avê gemarî dikin.

Lê belê şêniyên herêmê bi rengekî veşartî komirê derdixînin.