Li Hîmalayê qeşa heliya: 14 kes mirin, 170 kes birîndar bûn
Li gorî bîlançoya nû ya qutbûna qeşayekî ji çiyayên Hîmalaya, herî kêm 170 kes winda bûn. Cenazeyên 14 kesan hatin dîtin.
Li gorî bîlançoya nû ya qutbûna qeşayekî ji çiyayên Hîmalaya, herî kêm 170 kes winda bûn. Cenazeyên 14 kesan hatin dîtin.
Hikumeta eyaleta Ûttarakhand a li bakurê welêt bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha li cihên cuda 15 kes hatin rizgarkirin, 14 cenaze hatin dîtin.
Li gorî rayedaran herî kêm 170 kes hîn jî winda ne. Şefê polîsên xwecihî Aşok Kûmar roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku tenê li santralên elektrîkê 200 kes winda bûne.
Roja Yekşemê 12 kes li tunelekê hatin rizgarkirin, lê belê ji 25 heta 30 kesî li tuneleke din asê man.
Bi sedan leşker û hêzên paramîlîter bi helîkopteran û balafirên leşkerî tevlî karê rizgarkirinê dibin.
Eyaleta Ûttarakhand li herêma Hîmalaya ye ku çavkaniya ava çemê Ganjê ye.
Li gorî rayedaran parçeyekî ji qeşayê qut bû û ket nava çemê Dhaûlîgangayê. Bi vê yekê re av ji nişka ve bilind bû, bendavek teng a li gelî, pir û rê hilweşiyan. Gundên li derdora vî çemî hatin valakirin.