Li Haîtîyê polîsan êrîşî mala taybet a Serokwezîr kirin

Li Haîtiyê bi sedema ku di meheke dawîn de çeteyan herî kêm 10 hêzên ewlekariyê kuştine, polîsan êrîşî mala taybet a Serokwezîr Arîel Heny kirin.

Serokwezîr Henry dema ji Arjantîne vegeriya, ji ber protestoyên polîsan nekarî ji balefirgehê derkeve.

Henry tevî tevdîrên xurt ên ewlekariyê ji balefirgehê hate derxistin û ew birin mala wî ya taybet. Polîsan li vir bi kevir û molotofan li mala wî ya taybet dan.

Polîsên ku bi kincên sivîl tevlî çalakiya protestoyê bûn, diyar kirin ku ji sala 2021'an dema ku Serokwezîr Heny hatiye ser kar, heta niha 78 hempîşeyên wan hatine kuştin.

Di êrîşên çeteyan de di nava mehekê de herî kêm 10 polîs hatibûn kuştin.

Ji ber şerê di navbera komên çekdar de ji Nîsan 2022’an û heta niha herî kêm 500 kes hatine kuştin û 3 hezar kes jî neçar mane, dev ji mal û warê xwe berdin.