Li Guyana a Fransî helwestên civakî pir dibin
Bûyerên civakî yên li Guyana ya Fransa a li Başûrê Emerîkayê berbelav dibin.
Bûyerên civakî yên li Guyana ya Fransa a li Başûrê Emerîkayê berbelav dibin.
Li Guyaa a Fransa ku rêjeya bêkariyê ya li Fransa sedî 10 û li Guyana sedî 22 ye, di nav çarçoweya girêva duh de gelek rê hatine blokekirin, dibistan jî hatine girtin.
Bi çalakiyên blokajê ya ji ber sedema zehmetiya xwegihandina xizmetên tendiristiyê, bihabûna jiyanê û kêşeya ewlekariyê li Guyanayê jiyan sekiniye.
Ji ber sedema çalakiyên grêv û blokahê li hin baregehan firîn hatiye astengkirin û her wiha hatiye astengkirin ku peyka bi navê Arîane 5 jî were firandin.
Serokkomar Françoîs Hollande ji bo Guyana ya Fransiz a li Başûrê Emerîkayê 2013’an soz dabû ku hin tiştan baş bike. Wê demê Hollanda ji bo Guyana soza pakteke berfireh dabû lê hê jî ev îmze nekiriye.
Piştî ku helwesta cviakî duh pir zêde bû, Serokwezîr Bernard Cazeneuve ragihandibû ku ew ê şandeyeke din wezîran bişîne herêmê.
Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Emerîka ji ber sedema bûyeran ji welatiyên xwe re gotibû neçin Guıyana ya Fransî