Li gorî WHO'yê vîrûsa Korona hîn pandemî nîne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî îdîa kir, vîrûsa Korona ya ku li Çînê derkete holê hîn neketiye asta pandemî.

Midûra departmana amadekariya global a li ser rîskên şewbê ya WHO'yê Sylvîe Brîand got, "Em niha di asta pandemî de nînin."

Ji belavbûna nexweşiyekê li qadeke berfireh a cografîk re Pandemî tê gotin.

WHO, piştî ku Çînê di mijara vîrûsa Korona de ew agahdar kir, piştî mehekê di 30'ê Çileyê de rewşa lezgîn a navneteweyî ragihandibû.

Li gorî bîlançoya fermî ji ber vîrûsa Korona heta niha li Çînê 425 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gelemperiya cîhanê jî 20 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketin.