Li gorî WHO’yê ne demê sistkirina tedbîrane

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ya servîsa Ewropayê diyar kir, bi ruxmê çavdêriyên “Nîşanên başbûnê” hene, ev ne demê wê ye ku tedbîr bên sistkirin.

Berpirsê WHO yê Ewropayê Hans Kluge got; “Ne demê sistkirina tedbîrane. Demê wê ye ku em bi arîkariya giştî a gel, ji bo tunekirina koronavîrûsê pêwîste em hemû hewildanên xwe yên kolektîv bi du sê qat zêde bikîn.”

Kluge li Kopenhangê di daxuyanî bi rêya vîdeokonferansê de anî ziman ku rewşa niha li Ewropayê hêj pir bi fikar e.

Li çend welatên Ewropayê  nîqaşa bi qismî ya sistkirina tedbîran tên kirin.

Kluge li Belçîkayê ji rojnameya heftane ya Knack re axivî û got: “Li dijî Covîd-19 sînorê di navbera kêmkirin û zêdekirinê de pir zirav e” ji bo sistkirina tedbîran niha hêj pir zûye.

Kluge got: “Em li ser stratejiyên cuda dixebitîn ku stratejiyên welatan biguherîn. Em WHO ji bo nêzîkbûnek nîşan bidîn, bi ruxmê rolê me yê ber bi çav heye jî her netewek fikirên xwe pêş xistin, em xemgîn dibin. Lê belê li gorî rewşa heyî ji bo sistkirina tedbîran pir zû ye.”