Li gorî WHO’yê li dijî vîrûsa Covîd-19 pêşketin hene

Di civîneke çapemeniyê ya li paytexta Misir Qahîre de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di rêvebirina vîrûsa Covîd-19’an a li Çînê derketî de ‘pêşketinên mezin’ hene.

Di civîna çapemeniyê ya li buroya herêmî ya li Misir a WHO’yê de Midûrê Tedbîrên Lezbîn ên Rojhilatê Derya Spî Richard Brennan axivî û got: “Di demek pir kin de me pêşketinên mezin bidest xist.”

Heta niha ji ber vîrûsa nû ya korona Covîd-19’an ji sedî 99 bûyer li Çînê bi giştî 74 hezar kes bi vê vîrûsê ketine. Vîrûs bigiştî belavî 26 welatan bûye û nêzî 2 hezar kes jî mirine.

JI BO GOTINA PÊŞÎGIRTINÊ HÊ PIR ZÛ YE

Midûrê herêmî yê WHO’yê Ahemd El Mandharî destnîşan kir ku êdî li her derê vîrûsê tesbîd dikin û êdî sîstemên tenduristiyê yên bi bandor ketine dewreyê.

Brennan jî diyar kir ku li gel vê hê pir zûye ku mirov bêje pêşiya vê hatiye girtin.

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Misrê û WHO’yê têkildarî ketina kesekê ya bi vîrûsa korona ya hefteya borî li Misrê jî ragihand ku testên nû kirine û derket holê ku encam negatîv derketiye. Li gorî vê dibe ku bê ragihandin ku êdî nexweş ji vîrûsê rizgar bûye lê rayedarên WHO’yê diyar kir ku piştî encamên karantînaya 14 rojan û şûnde wê bi temamî rizgarbûna ji vîrûsê bikare bi awayekî fermî ragihîne. Dîtina vîrûsa li Misrê bû yekem bûyera vîrûsê ya li qiteya Efrîqayê.

Dr. Brennan li ser agahiyên li ser tevnên civakî yên têkildarî Covîd-19’an tên parvekirin jî hişyarî da. Brennan got: “Li ser mijara ku vîrûs di labaratûwaran de yan jî çekeke biyolojîke heta niha ti delîlek nîne.” bi vê yekê bal kişand ser gotegotên ku ev vîrûs ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin.