Li gorî Tîllerson heyîna Hîzbûllahan ji bo Libnanê jî metirsî ye

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Tîllerson ê di tûra xwe ya Rojhilata Navîn de çû serdana Libnanê, diyar kir ku mudaxelekirina şerê herêmê yê Hîzbûllahan ji bo ewlekariya Libnanê bi xwe jî gefeke.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson ê piştî havdîtina bi Serokwezîrê Libnanê Saad Harîrîe kir û şûnde axivî, destnîşan kir rêxistina Hîzbûllahên Şîa yên ku xwedî hêza bi çek in li Sûriyeyê tevlî şer bûne. Tîllerson bal kinaşd ser biryarên angaje yên têkildarî parastina ewlekariya sînor a Libnan û Îsraîlê, bibîr xist ku Hîzbûllah “Ne tenê ji bo DYA’yê metirsiye”.

Tîllerson diyar kir ku her diçe hêza bi çek a Hîzbûllahê zêde dibe divê gelê Libnanê jî ji vê rewşê bi fikar be. Tîllerson anî ziman ku bûye xwedî rayeya ‘xwestin’ û kontroleke ‘bêfêde’ bi dest xistiye.

Rex Tîllerson bal kişand ser rola Hîzbûllahan a li Sûriye û anî ziman ku ev ji bo ewlehiya Libnanê jî metirsîdar e. Tîllerson ji rêveberiya Libnanê daxwaz kir ku Hîzbûllahan di serî de ji Sûriye û şerên herêmî dûr bixe.