Li gorî lêkolînên zanîstî Tehran ditebiqe!

Zanyaran daneyên 15 salên dawî yên ji peykan girtine lêkolîn kirin. Hat peyitandin ku di serî de Tehran, gelek bajarên Îranê ditebiqin. Tehran, salê 25 cm ditebiqe. 

Paytexta Îranê Tehran, yek ji bajarên Asyayê yê ku gelheya wê herî zêde ye. Bi 13 mîlyon gelheya xwe ve bajar û hawira wê, di nava herêmên ku hêdî bi hêdî ditebiqin de ye. Tê ragihandin ku ev ji ber gelheya wê ya zêde û mezaxtina zêde ya çavkaniyên wê yên binerdî ye.

Lêkolîna navborî di Kovara Nature de hat weşandin. Lêkolînerên Elmanyayê yên li navenda lêkolînên Jeozanistê ya li bajarên Potsdamê, lêkolînên ku Mehdî Motagh û Mehmûd Haghshenas Haghighi nirxand, di navbera salên 2003 û 2017'an de daneyên çar peykan lêkolîn kirin. Hemû peyk xwedî wê taybetmendiyê ne ku hezaza herî biçûk a topolojîk, an jî tebiqînê dipeyîtinin. 

Li gorî vê 4 taxên li rojavayê Tehranê, hawira nêz a bajêr û qadên fireh ên cotkariyê salê 25 cm ditebiqin. Deşta Waramin a li başûrê bajêr jî bi heman awayî tebiqîn pêk hatiye û balafirgeha 70 km dûrî bajêr jî 5 cm tebiqiye. 

Lêkolîner sedema vê jî weke bikaranîna zêde ya çavkaniyên ava binerdê nîşan didin. Ev ava binerdî, ji bo pêwistiyên cotkariyê gelek zêde tên bikaranîn. Lêkolîner dibêjin ku di navbera salên 1984 û 2011'î de rêjeya avê 12 mîtro daketiye. Bi vê re hevdem di nava 40 salên dawî de gelheya bajêr du qat zêde bûye. 

Ev pirsgirêk tenê bi Tehranê re sînordar nîn e. Dewlemendiyên binerdî yên weke av, petrol, gaz bi zêdebûna gelheyê re mezaxtina wan gelek zêde bûye û ev jî bûye sedem ku li gelek bajaran tebiqîn pêş bikeve. 

Herêmên Cakartayê li hinek cihan salê 20 cm tebiqiye, Geliyê San Joaquin ê Kaliforniyayê ji ber zêdebûna gelhê û zêdebûna bikaranîna berên cotkariyê salê 60 cm ditebiqe.