Li gorî Hamasê heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê ragihand ku heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê ragihand ku heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.
Şerê dawî ku 7'ê Cotmeha 2023'an di êrişa Hamasê ya li ser xaka Îsraîlê de destpê kir, 11 meh li pey xwe hişt. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê heta niha 40 hezar û 435 kes di encama êrişên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 30 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 93 hezar û 534 kes birîndar bûn.