Li gorî Hamaney divê Haşdî Şabî bê parastin û xurtkirin
Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şîa Sûdanî qebûl kir, diyar kir ku divê li Iraqê Haşdî Şabî bê parastin û xurtkirin.
Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şîa Sûdanî qebûl kir, diyar kir ku divê li Iraqê Haşdî Şabî bê parastin û xurtkirin.
Sûdanî yê ku serdana Tehranê kir piştî hevdîtina bi Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ji aliyê lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney ve hate qebûlkirin.
Hamaney piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, "Haşdî Şabî li Iraqê yek ji hêzên herî girîng e. divê bê parastin û hîn bêhtir bê xurtkirin."
Hamaney bal kişand ser hebûna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Iraqê û hebûna DYE'yê ya li Iraqê 'ne qanûnî' pênase kir. Hamaney got, "Hewldanên DYE'yê yên ji bo mayindekirina hebûna xwe diyar e. Li hemberî vê dagirkeriyê divê sekneke bi biryar û xurt bê nîşandan."