Li gorî generalê Emerîkî Rûsya û Ûkraynayê bi sed hezaran ji hev kuştin

Serokê Fermandariya Giştî yê DYE'yê Orgeneral Mark Milley got, di şerê Ûkraynayê de Rûsyayê zêdeyî 100 hezar kuştî û birî dane. Xisara artêşa Ûkraynayê jî di heman astê de ye.

Generalê Emerîkî Mark Milley li Economic Club a New Yorkê axivî û got, "Zêdeyî 100 hezar leşkerên Rûs mirin an jî birîndar bûn."

Milley anî ziman ku li aliyê Ûkraynayê jî "dibe ku rewş di heman astê de be."

Pêkan nîne ku ev dane bi çavkaniyên serbixwe bêne piştrastkirin. Lê belê cara yekê ye ku Washington agahiyên ewçend zelal parve dike.

Rayedarê leşkerî yê Emerîkî ji bo bidawîbûna şer hêviya xwe ya ji bo danûstandinan anî ziman ku serketina leşkerî dibe ku ne ji bo Rûsyayê ne jî ji bo Ûkraynayê pêkan be.

General Milley got, "Divê herdu alî qebûl bikin ku serketina leşkerî bi rêya leşkerî bi dest nakeve û ji ber vê yekê berê xwe bidin rêyên cuda." General got, "Ji bo danûstandinan firsendek heye."

Ev daxuyanî piştî wê bûyerê hate dayin ku Rûsyayê ferman da yekîneyên xwe ji bajarê Hersonê yê li başûrê Ûkraynayê vekişîne. Vekişîna ji Hersonê ji bo Rûsyayê weke derbeke giran hate nirxandin. Lê belê Ûkrayna bi fikar nêzî rewşê dibe û diyar dike ku Rûsya bêyî şer bike xwe ji vî bajarê stratejîk venakişîne. Li gorî serokê DYE'yê Joe Biden jî vekişîna Rûsyayê nîşaneya 'pirsgirêkên rasteqîn' a li qada şer e.