Li gorî Îranê plana Filistîn a DYA’yê ‘komplo’ ye

Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî got plana DYA’yê ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê komplo ye.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji bo dawî li şerê Filistîn-Îsraîlê bîne soza ‘lihevkirinekî dawî’ dabû. Heta niha çarçoveya planê nehatiye eşkere kirin, lê lihevkirina ku weke ‘lihevkirina sedsalê’ tê binavkirin fikar hene ku wê aliyê winda bike, dîsan Filistînî bin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna yê, Alî Laricanî li Tehranê di Konferansa Yekîtiya Îslam a Navnetewî ya salane de axivî û lihevkirina mijara gotinê weke ‘komployek’ ya DYA’yê binav kirin û armanc ew e ku li Rojhilata Navîn desthilatdariya Îsraîlê ava bikin.

Laricanî wiha got; “Em ê li dijî rejîma Îsraîlê têbikoşin û em ê destûr nedin ku ev lihevkirin çêbibe. Eger Amerîka îro guşar û zextan li ser Îranê ferz dike çavkaniya vê berxwedana Îranê ya li dijî Îsraîlê ye.”

Larîcanî da zanin ku Washîngton û îtifaqê wê Îsraîl dixwazin pirsgirêka Filistînê ‘veşêrin’ û wiha got; “Ji bo ku van hedefên xwe pêk bînin li herêmê dixwazin sererastkirinên siyasî yên nû pêk bînin.” Li gorî Larîcanî DYA dixwaze pirsgirêka Şiî û Sunî derxîne pêş.