Li gorî Îranê, ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû

Îranê ragihand, ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya peymana nukleerê de bi dawî bûye.

Dema ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê, li gorî peymana nukleerê ya di 2015'an de hate îmzekirin di 18'ê Cotmehê de bi dawî dibe.

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku di mijara parastinê de ew 'xweser in' û pêwîstiya wan pê nîne ku 'dînîtiya' kirîna çekan bikin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Doktrîna Îranê ya li qada parastinê, xwe dispêre girêdana xurt a li kapasîteya herêmî û gel. Dînîtiya kirîna çekên tunekirina girseyî û yên ne konvansiyonel cihê xwe di nava doktrîna Îranê de nîne."

Wezaretê diyar kir ku ji îro û pê ve hemû astengiyên li pêşiya karên têkildarî transfera çekan û xizmetên malî yên Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî otomatîk bi dawî dibe."

Rêveberiya Moskowayê meha Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku dema ambargo bi dawî bibe nêta wan heye ku bi Îranê re li ser qada leşkerî hevkariyê bikin. Çîn jî nêta xwe venaşêre ku piştî 18'ê Cotmehê çekan bifiroşe Îranê.

Rêveberiya DYE'yê meha Tebaxê li Konseya Ewlekariyê hewl dabû ku dema ambargoyê dirêj bike û pêkanînên navneteweyî ji nû ve li ser ferz bike, lê bi ser neketibû.